Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir

10’emîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir. Di axaftinên konferansê de hat gotin ku şehîd nirxên herî pîroz ên civakê ne û divê hemû kes xwedî li van nirxan derkeve. Konferans dê du rojan bidome

Dehemîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi tevlêbûna 400 delegeyan, bi dirûşma ‘Rêzgirtina li hemberî şehîdan, nirx parastin û avakirina jiyana azad e’ dest pê kir. Konferans li eywana konferansê ya saziyê hate lidarxistin. Di destpêka konferansê de ji bo hemû şehîdên Kurdistanê deqeyekê rêz hat girtin.

Eywana konferansê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên PKK, KCK, PAJK, HPG û bi taybet jî bi posterên Şehîd Diyar Xerîb, Zekî Şengalî û bi dovîzên ‘Şehîdên me nirxên me yên herî pîrozin’ û ‘Şehîdên azadiyê pêşengtiya şoreşa kurd dikin’ hatibû xemilandin.

‘Şehîd nirxên herî pîroz in’

Di destpêka konferansê de li ser navê Rêveberiya Meclisa Gel a Mexmûrê Cemal Cizîrî axivî û wiha got: “Di serî de em 10’emîn Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê li we, li delege, mêvan û hemû malbatên şehîdan pîroz dikin. Ji ber ku şehîdên me xwedî nirxên pîroz ên civakê ne, divê ku em bi her awayî xwedî li van nirxên xwe yên pîroz derkevin. Em bi saya wan dijîn.”

Tê payîn ku konferans dê du rojan bidome. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar