Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cuma - 13 Eylül 2024

Konferansa tenduristiyê ya ji bo Rêber Apo wê were lidarxistin

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Desteya Tenduristiyê ya bakûr û rojhilatê Suriyeyê wê derbarê rewşa Îmraliyê û Rêber Abdullah Ocalan de konferansa tenduristiyê lidar bixe.

Hewldanên ji bo misogerkirina tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan zêde dibin. Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ku 10’ê Cotmeha 2023’ayan li 74 navendên cîhanê bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” hatibû destpêkirin de, xebatên xwe didomîne.

Însiyatîf piştî serdanên partiyên siyasî ku di navbera 14 û 26`ê Gulanê (2024) û serdanên dêr, serokeşîr, rûsipiyan ku 29’ê gulanê dabûn destpêkirin, niha jî amadekariya konferansekê dike.

Serdanên însiyatîfê li deverên din ên li bakûr û rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Herî dawî li Tebqa û Minbicê serdana serokeşîrên ereb, kurd, pêkhateya çerkes û tirkmen hate kirin.

Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur da zanîn ku hemû pêkhate û rûsipî Rêber Abdullah Ocalan weke semboleke azadî, çareserî û aştiyê dibînin. Munzur diyar kir ku piştî serdanan pêkhateyên Ermen û Ereb li Qamişlo û Minbicê komxebatên têkildarî mijarê lidar xistine û erênî hatine nirxandin.

Ferzende Muzur da zanîn ku xebatên wan encamên baş bi xwe re anîne û got: “Daxwazên ku ji serdan û komxebatan derketine, hîn zêdetir naskirina Rêber Apo û şîrovekirina nirxandin û fikrên wî, pêkanîna civînên gel li herêman bûn.”

Berdevk Ferzende Munzur destnîşan kir ku ew niha jî amadekariyên konferansek tenduristiyê ya li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan dikin û ev agahî dan: “Înîsiyatîf û Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê amadekariyan bi hevre dimeşînin. Rê di konferansê de rewşa girtîgeha Îmralî û xeteriyên bi xwe re tîne bên nîqaşkirin.”

Li gorî agahiyên ku Ferzende Munzur dane, konfrans wê di destpêka meha tebaxê (2024) de bi beşdarbûna bijîşk û kesayetên têkildar ên tenduristiyê were lidarxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar