Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Konferansa Yekemîn a Enternasyonal a Rojava hat lidarxistin

Bi tevlibûna hemû sazî û avaniyên enternasyonal ên Rojava, Konferansa Pêşî ya Enternasyonal a Rojava hat lidarxistin. Di konferansê de nexşerêya dema nû hate diyarkirin

Komîteya Amadekar a Konferansa Yekemîna a Enternasyonal a Rojava, bal kişande ser krîz û şerê ku li cîhanê geş bûye û krîza giran a pergalê, banga li hemû hêzên dijî pergalê kir ku li dora Konfederalîzma Demokratîk a Gelên Cîhanê têbikoşin.

Konferansa Yekemîn a Enternasyonal a Rojava hate lidarxistin. Piştî civînê Komîteya Amadekar encama civînê ragihand. Encama konferansê wiha ye:

“Li tevahiya cîhanê krîz zêde dibin û şerê emperyalîst dewam dikin. Ev krîz li Asya, Efrîka, Latîn Emerîka û Rojhilata Navîn ji xwe hebû. Li parzemîna Ewropayê jî bi şerê navbera Ûkrayna û Rûsyayê re krîz bêhtir eşkere bû. Diyar e ev şer û krîz wê girantir bibe û nakokiyên heyî wê hîn bêhtir bandorê li cîhanê bike. Ev krîz ne tenê di navbera hêzên desthilatdar de ye; armanc ji vî şerî tepisandin û tunekirina pêla berxwedanê ya jin, ekolojîst, tevgerên şoreşger, ciwan, anarşîst û tevgerên gel e. Îro jî li cîhanê krîzeke mezin a sîstemê heye û girantir dibe. Ji ber ku mirovahî bi pirsgirêkên azadî, çînî, demokrasî û ekolojîk re rû bi rû maye. Gelan, çandan, jin, ciwan û karkeran li dijî sîstema ku welatan û xwezayê talan dike, bênavber têkoşîn meşandin. Ji berxwedana Spartakus heta Brunoyan, ji nêçira pîrebokan heta bi Zapata, Mandela û Rosayan, di sedsala 21’ê de bi rêbertiya Abdullah Ocalan bi pêşengiya Arîn, Ronahî û Bageran gihîştiye vê serdemê. Îro li cîhanê berxwedanek heye ku mezin dibe û ev berxwedan bi rengê enternasyonal tê meşandin. Li dijî êrişên faşîst, paşverû û nijadperest ên li tevahiya cîhanê, bersiva herî mezin rêxistiniya xweparastinê ya enternasyonal a gelan e. Pirsgirêk di asta global de ye, lewma têkoşîn û berxwedan jî divê di asta enternasyonal, global de be. Sîstema desthilatdar bi rê û rêbazên cuda li dijî hêz, tevger û kesayetên berxwedêr şer dike. Şervan û pêşengên têkoşîna azadiyê dîl digire, şehîd dike, tevger û berxwedanê krîmînalîze dike, xeta wan lîberalîze dike, çanda wan asîmîle dike, îradeya wan hewl dide bişikîne û hêviyê têk bibe. Konfederalîzma Demokratîk îro li Kurdistanê li dijî vê yekê bûye şoreşek û li tevahiya cîhanê tevgerên jin, ekolojîst, berxwedana çandê û gelên bindest mezin dike, li tevahiya cîhanê belav dike. Pêla nû ya sosyalîzmê ku li Latîn Emerîkayê rabûye mîna Şoreşa Rojava hêviyê dide, radîkalîzma jinê û ekolojîk li dijî sîstema kapîtalîst wêrekiya têkoşînê zêde dike. Mîna berxwedanên gerîla yên li Kurdistanê û Fîlîpînê, tevgera Zapatîsta jî li Meksîkoyê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya gelan li dijî mêtingerî û dagirkeriya, şoreşgeriyê dike û li cîhanê belav dike.

Di vê demê de ku em sala dehemîn a Şoreşa Rojava pêşwazî dikin, ji bo nirxandina destketiyên şoreşê me Yekemîn Konferansa Enternasyonalîst a Rojava li dar xist. Vê demê hemû rêxistin û saziyên enternasyonalîst ên li Rojava bi dirûşma ‘Bi ruhê Enternasyonalîst sala dehemîn a Şoreşa Rojava pêşwazî bike’ konferansa xwe bi rengekî serketî pêk anîn. Di şexsê Şehîd Ronahî, Şehîd Avaşîn, Şehîd Dilsoz, Şehîd Bager, Şehîd Lêgerîn, Şehîd Sara, Şehîd Andok, Şehîd Paramaz û Şehîd Partîzan de me şehîdên enternasyonal hemû bi rêzdarî bi bîr anîn. Bi soza ku armancên şehîdan pêk bînin, me konferansa xwe diyarî şehîdên enternasyonal û berxwedêran kirin.

Piştî bîranîna şehîdan, axaftina destpêkê ya konferansê li ser nirxandina rewşa siyasî ya li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê bû. Li ser tecrûbeyên enternasyonal panel hatin lidarxistin. Di nirxandinên konferansê de hate ragihandin ku dema Yekîtiya Sowyetan hilweşiya, modernîteya kapîtalîst got ‘dawî li dîrokê hatiye’ û li dijî sosyalîzmê li gorî xwe serketin ragihand, lê hate dîtin ku ev serketin pûç e. Berevajî vê rewşê, modernîteya kapîtalîst di nava 30 salên dawî de hîn bêhtir kete nava pêvajoya hilweşînê û bi xwe re civak û xweza hilweşand. Di sedsala derbasbûyî de tevgerên şoreşger her çend heta astekê hatin tasfiyekirin jî lêgerîna li azadiyê qed neqediya. Bi vê esasê îro li Latîn Emerîkayê, DYE, Asya, Efrîka, Ewropa û Rojhilata Navîn bi pêşengiya jin û ciwanan civak li ser piyan mane, li dijî zilm, kedxwarî û mêtingeriyê serî hildane. Çemê demokratîk ê dîrokê nasekine, her tim diherike.

Bi pêkhatina Şoreşa Rojava re rûpelekî nû li dîroka têkoşîna gelên bindest zêde bû. Bi deh hezaran şehîdên vê şoreşê ev rûpelê nû bi xwîna xwe nivîsandin û di serî de gelê Kurd nîşan dan ku gelên bindest hemû di sedsala 21’ê de wê çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin, her wiha diyar kirin ku wê xwedî li mîrateya bi hezaran salan derkevin.

Têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi tecrûbeya xwe ya ji 50 salî re bûye çavkanî û hêz ji tevgerên dij bi sîstemê re. Li dijî sîstema emperyalîst, mêtinger, dagirker û baviksalar, li dijî talankirinê; di bin navê Konfederalîzma Demokratîk de Gelên Cîhanê li hev civiyan. Lewma divê em têkoşîneke nû ya azadiyê ya enternasyonal ava bikin. Li dijî paşverûtî û faşîzmê em ronahiya şoreşê mezin bikin, li dijî lîberalîzma ku mîna vîrûsekê li mirovahiyê geriya ye têkoşîna radîkal mezin bikin û tevna jiyaneke komunal, wekhev, bi rûmet û azad ava bikin. Konferansa me rola têkoşîna enternasyonal bi berfirehî nirxand. Di parastin û pêşvebirina şoreşê de têkoşîna enternasyonal bi roleke mezin rabûye, di navbera gelan de bûye bira biratiyê.

Di nîqaşên me de yên li konferansê hate destnîşankirin ku sala 10’emîn a şoreşê serketina hêviya jiyana azad e. Bêguman di mijara parastina hêviya jiyana azad de qada têkoşînê ya enternasyonal xwedî girîngiyeke stratejîk e. Dema bê jî ji bo parastina nirxên şoreşê û belavkirian hêviya jiyana azad wê qada enternasyonalîst bi rengekî serketî rola xwe bi cih bîne.

Nîqaş û nirxandinên li ser vê bingehê hatin kirin bûn çavkaniyeke mezin a hêz û hestê. Di demekê de ku kapîtalîzm nirxên mirvoî hemûyan binpê dike, Rojava bûye giravek ji hêvî, ronahî, azadî, wekhevî, hevaltî û hezkirinê. Konfearns wê bi tifaqa têkoşînê ya enternasyonalîst, parastina şoreşê xurtir bike. Ji ber ku çeka herî mezin a şoreşgeran enternasyonalîzm e. Em weke pêkhateyên konferansê; bi têkoşîn û tifaqa enternasyonal em ê Şoreşa Rojava biparêzin û mezin bikin.

Konferansê di heman demê de bal kişand ser mîsyona pêşengiyê ya jinê di parastina şoreşê de. Konferansê tespîta wê yekê kir ku şoreşa jinê ya li Kurdistanê bi pêşengiay jinê tê kirin, şoreşgeriya serdemê pêk aniye û pêkhateyên konferansê jî ji bo sedsala 21’ê veguherîne çareseriya nakokiya zayendî, çanda berxwedana jinê û jineolojiyê ji xwe re weke pîvanekê diyar kir û danî ber xwe.

Di vê çarçoveyê de di konferansa me de li dijî dagirkerî, mêtingerî û sîstema baviksalariyê, plansaziyên hevpar destnîşan kir ku têkoşîn bê mezinkirin, Gelên Cîhanê Konfederalîzma Demokratîk û xebatên enternasyonalîst bi pêş ve bibin.

Konferansa me li dijî tecrîda li Îmraliyê sekna berxwedanê ya Rêber Apo silav kir û biryardariya xwe diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya hemû girtiyên azadiyê têkoşînê mezintir bike. Her wiha ji bo rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên mîna wan ên dagirkirî, biryardariya xwe ya têkoşînê destnîşan kiriye.

Ji bo mezinkirina kampanyayên ‘RiseUp4Rojava” û “WomenDefendRojava” nîqaşên pêwîst hatin kirin, di heman demê de li dijî pêla faşîzmê ya ku li cîhanê belav bûye gihîşt wê encamê ku divê eniyeke Antî-Faşîst a Navneteweyî bê avakirin. Konferansa me di heman demê de gihîşt wê encamê ku ji bo Rojava di serdema nû de bibe navenda tevgerên dij bi sîstemê divê bi mîsyona xwe rabe.

Di vê çarçoveyê de bi coş û biryardariya konferansê em bang li tevger û rêxistinên şoreşger, sosyalîst, anarşîst, femînîst, ekolojîk, demokratîk dikin ku ‘Werin Rojava’.

Werin em bi hev re sala 10’emîn a Şoreşa Rojava mezin bikin.

Em di bin sîwana Konfederalîzma Demokratîk a Gelên Cîhanê de li hev bicivin û têkoşîna azadiyê mezin bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar