Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

KONGRA-GEL: Bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê em ê ji bo Rêber Apo têbikoşin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek weşand.

Peyama KONGRA-GEL wiha ye:

“8’ê Adare Roja Jinan a Cîhanê destpêkê li Rêberê îdeolojiya rizgariya jinan li Rêber Apo pîroz be. 8’ê Adarê li jinên li çiya û li zindanan li ber xwe didin, li jinên kurdistanî û hemû jinan pîroz be.

Di şexsê Tolhildan Raman, Sosin Bîrhat, Şîlan Goyî, Sozdar Cudî, Awaz Urmiye, Xerîbe Gezer û Nujiyan Ocalan de em hemû şehîdên jin ên ku di destpêka têkoşîna azadiyê heta îro bûne pêşengên azadiya jinan û azadiya gelên Kurdistanê, bi rêzdarî bi bîr tînin û em ê heta dawiyê li ser rêça wan bimeşin.

Azadiya jinan azadiya civakê ye, azadiya gelan e, azadiya xwezayê ye, azadiya mirovahiyê ye. Ji ber vê yeke jî jin pêşengên azadiyê ne, pêşengên guherîn û veguherînê ne. Bi pêşengtiya jinan şoreşa azadiyê li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li cîhanê her diçe mezintir dibe.

Di têkbirina konsepta şerê teknîkê yê dewleta tirk de, di bin fermandariya YJA Starê de berxwedana gerîlayên jin dewreke pir mezin leyîst. Gerîlayên jin bi vê berxwedana xwe îspat kirin ku dewleta tirk her bi çi awayî şer bike jî nikare îradeya gerîla bişikîne.

Ev berxwedana gerîlayên jin ji bo rejîma faşîst a dewleta tirk bû şikestinek mezin. Li ser vî esasî jî krîza faşîzma dewleta tirk di sala 2021’ê de her çû giran bû. Em gelek vekirî dibêjin ku ev krîza giran û mezin, mizgîniya têkçûna faşîzmê ye.

Me wek Tevgera Azadiyê di sala 2022’an de bi hemla ‘dema azadiyê’, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kiriye hedefa salê. Di pêkanîna vê hedefê de rola Tevgera Jinan roleke stratejîk e. Çawa ku di qada eskerî de gerîlayên jin roleke pêşeng leyîstin, di qada civakê de jî Tevgera Jin ji bo hemleya rêxistinê yê pêşengtî bike.

Di sala 2022’an de pêwîste li qada civakî em bi hemleyeke rêxistinî, bersivê bidin berxwedana Rêber Apo û berxwedana gerîla. Bi vê hemla rêxistinê li ser bingeha azadiya jinan pergala civaka demokratîk û ekolojîk ava bikin.

Îsal her deverê bi tevlibûnên mezin 8’ê Adarê bi coş hatin pîrozkirin. Em hemû pîrozbahiyan bi dil û can silav dikin. Coş û kelecanên pîrozbahiyên 8’ê Adarê û bi giştî berxwedanên jinan, li ser gelê me erênî bandor dike. Ev coşa 8’ê Adarê wê bi pîrozbahiyên Newrozê bigihêje asta herî bilind û wê bandora xwe li ser hemû xebatên salê bike.

Em ê îsal hemû xebatên xwe bi coşa têkbirina faşîzmê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bimeşînin. Li ser vî esasî em car din 8’ê Adarê di serî de Rêber Apo, hemû hevalên çiya û zindanan û jinên Kurdistanê û cîhanê pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar