Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

KONGRA-GEL: Damezirandina PKK’ê vejîna kurdên azad e

Dîwana Hevseroktiyê ya KONGRA-GEL 42’yemîn salvegera damezirandina PKK’ê li gelê kurd, Ocalan û li hemû mirovahiya pêşverî pîroz kir. KONGRA-GEL da zanîn ku di dîroka gelê Kurdistanê de pêşketina herî mezin bi damezirandina PKK’ê pêk hatiye

Dîwana Hevseroktiyê ya KONGRA-GEL bi boneya 42’yemîn salvegera damezirandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê kurd, mirovahiya pêşverû pîroz kir û şehîdên azadiyê bi bîr anî.

KONGRA-GEL di daxuyaniyê de diyar kir ku berhema Rêber Apo a herî mezin PKK ye û hemû jiyana xwe jî di ber serkeftina PKK’ê de da. daxuyanî wiha dom kir:

“Di dîroka gelê Kurdistanê de pêşketina  herî mezin, di jiyana gelê Kurdistanê de jî guhertina herî mezin, bi damezrandina PKK’ê pêk hatiye. Damezrandina PKK’ê, milada vejîna kurdên azad e. Bi tekoşîna PKK’ê, dîroka  hatî berevajîkirin a gelê Kurdistanê, hate serarastkirin.

Berî tekoşîna PKK’ê, hêviya gelê Kurdistanê hatibû qutkirin. Bi Rêbertiya Serok Apo û pêşengtiya paradigmaya azadiyê, gelê kurd niha ji bo gelên herêmê û mirovahiya pêşverû re bûye hêviya jiyana azad.

PKK şoreşa jinê ye. Paradigmaya Rêber Apo ya ekolojîk û demokratik a li ser bingeha azadiya jinê, îro ji bo hemû jinên cîhanê û mirovahiya pêşketî re bûye hêviya jiyana azad. Ji ber vê yekê jî em hemû hevalên şehîdên jin, bi rêzgirtin bibîrtînin.

Ji ber destkeftiyên tevgera azadiyê, dewletên dagirker êrîşî gelên Kurdistanê dikin û dixwazin pêşî li pêşketinan bigrin. Xofa şoreşa kurdên azad ketiye dilê dagirkeran. Ji ber vê yeke jî bi hovane êrîşê dibine ser gelê kurd û tekoşîna azadiyê. Lê bele hîç tiştek nikare pêşiya şoreşa azadiyê bigire. Rêjîmên faşîst û dagirker, yên ku dixwazin gelê kurd tune bikin, dê bi xwe têk biçin.

Dewleta dagirker a tirk, bi êrîşên li ser gelê Kurdistanê dixwaze emrê desthilatdariya xwe dirêj bike. Dixwaze destkeftiyên gelê Kurdistanê têk bibe. Li ser vî esasî êrîşê dibe ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Lê belê armanca dijminên kurd ne tenê Rojava ye. Dewletên dagirker, dixwazin bi giştî hemû destkeftiyên gelê Kurdistanê têk bibin.

Ji ber vê yeke jî pêwîst e em gelê Kurdistanê, partiyên siyasî, rewşenbîr û rêxistinên medenî, li hemberî êrîşên dewleta faşîst û dagirker a tirk bi hevre tekoşînê geş bikin û li Rojava xwedî derkevin. Serkeftina Şoreşa Rojava, ji bo gelên Kurdistanê û gelên herêmê serkeftina jiyana azad e. Serkeftina Rojava yê bibe sedema têkçûna faşîzma dewleta tirk. Têkçûna faşîzma dewleta tirk, hilweşîna dîwarê pêş azadiya gelên Kurdistanê ye û azadiya Rêber Apo ye.

Li ser vî esasî em salvegera  42’yemîn a damezrandina PKK’ê, li gelên Kurdistanê û dostên gelê kurd dîsa pîroz dikin. Di tekoşîna sala 42’yan de, ji bo têkbirina dagirkeriyê, em bang dikin ku li Kurdistan û derveyî welat têkoşîn were geşkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar