Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KONGRA GEL: Deng bidin berxwedanan zindanan

KONGREYA GEL bal kişand ser berxwedana zindanan û destnîşan kir ku divê berxwedana şikandina tecrîdê tenê bi girtiyan nehê hiştin li her derê gel bibe dengê berxwedêrên li zindanan

Navenda Nûçeyan | 

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL têkildarî berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin û ev 145 roj in didome, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya KONGRA GEL wiha ye:

“Ji bo tecrîda li ser Rêber Apo rabe, berxwedana greva birçîbûnê a dorveger a girtiyên azadiyê di zindanan de bû 145 roj. Bi heman armancê berxwedana gelê me ya li Wargeha Mexmûrê bû 124 roj û berxwedana penaberên Kampa Lavrionê jî bû 107 roj.

Berî her tiştî berxwedanên ji bo Rêber Apo tê meşandinê em hemû berxwedêran pîroz dikin, silav û rêzên xwe pêşkêş dikin. Berxwedana herî bi wate û pîroz a ji bo Rêber Apo ye. Pîvana jiyaneke azad û bi rûmet, azadiya Rêber Apo ye. Ji bo vê armancê jî pêngava yekemîn şikestina tecrîda li Îmraliyê ye.

Pêwîst e têkoşîna esasî li dijî tecrîda li Îmraliyê ye

Dewleta dagirker a tirk bi tecrîda li Îmraliyê li ser gelên Tirkiye û Kurdistanê bi giştî pêk anî. Desthilatdariya AKP û MHP’ê ji bo ku pergala faşîzmê gav bi gav ava bikin, berî her tiştî bi tecrîdeke giran li Îmraliyê pêk anîn. Ji ber vê yekê jî tekoşîna dijî faşîzmê pêwîst e di destpêkê de dijî tecrîda Îmraliyê xwe rêxistin bike. Ji ber lawaziya tekoşînê, girtiyên azadiyê di zindanan de ev berbirsyarî hildan li ser milên xwe.

Lê belê ger em şikestina tecrîdê tenê bi berxwedanên zindanan bixwazin, ev ne wijdanî ye û ev yek nayê qebûlkirin. Pêwîst e gelê me vê berpirsyariya xwe ya dîrokî xwedî derkeve. Pêwîst e hêzên dijî faşîzmê, li Kurdistan, Tirkiye û derveyî welat, bibin dengê berxwedana hezeran girtiyên azadiyê yê li zindanan.

Li her dere bibin denge berxwedêrên li zindanan

Şikestina tecrîda li Îmraliyê pêngava yekemîn a pêngava ‘dema azadiyê’ ye. Şikestina tecrîdê bi awayekî daîmî, bingeha têkçûna faşîzmê û dagirkeriyê pêkan e. Têkçûna faşîzm û dagirkeriyê, azadiya Rêber Apo û ya gelê me ye. Li ser vî esasî em ji gelê xwe re bang dikin ku li hemû deveran bibin dengê berxwedêrên li zindanan.

Em di vê demê de bi çalakiyên dewlemend seferber bibin. Di derbarê rewşa Rêber Apo û berxwedanên zindanan de raya giştî agahdar bikin. Pergela faşîzma dewleta tirk û tifaqên wekî Yekitiya Ewropayê teşhîr bikin. Dost û hevalbendên xwe mezin bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar