Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KONGRA-GEL ji bo meş û mîtîngên yekitiya neteweyî bang kir

KONGRA-GEL bi daxuyaniyeke niviskî bang li rêxistinên siyasî û tevgeran, rêxistinên medenî, rewşenbîran û li hemû gelê kurd kir ku bi awayeke bihêz tev li meş û mîtîngên ji bo yekitiya neteweyî bibin

KONGRA-GEL ji bo meşên ku dê ji bo yekitiya neteweyî di dîrokên 5-6-7’ê kanûnê de bên lidarxistin, bi daxuyaniyekê bang li sazî û dezgehên Kurdistanê, partiyên siyasî, hunermend û rewşenbîran kir.

Daxuyaniya KONGRA-GEL wiha ye:

“Li Kurdistanê û li derveyî welat, li hemberî êrîşên dewleta tirk a li ser Rojava berxwedaneke dîrokî hat nîşandan. Berxwedan hê jî didome. Êrîşên dijmin tenê li ser Rojava nîne, bi giştî li ser hemû destkeftiyên gelên Kurdistanê ye. Bi vê zanêbûnê gelê kurd jî bi ruhekî neteweyî li Rojava xwedî derket û daxwaziya xwe ya yekitiya neteweyî geş kir.

Li başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya dewleta tirk, gelê me bi pêşengiya hunermend û rewşenbîran helwesteke pîroz nîşan da. Malê tirkan boykot kir û bi çalakiyên cur bi cur vê helwesta xwe ya neteweyî berdewam dike.

Dîrokên meşan

Li Ewropayê hunermend û rewşenbîrên çar parçeyên Kurdistanê bi civîneke çapameniyê banga yekitiya neteweyî kir in. Diyar kirin ku di vî warî de dê xebatên xwe berdewam bikin. Dîsa li Ewropayê platforma ‘Defend Rojava’ ku gelek partî û saziyên medenî endamên wê ne, ji bo tevlêbûna ‘meşa yekitiya neteweyî û berxwedanê’ bang kir. Meş dê di rojên 5 û 6’ê kanûnê dê ji Lozanê heta Cenevreyê du rojan bidome.

Di roja 7’ê kanûnê de jî li hemû cîhanê cihên ku gelê kurd lê dijîn, dê bi pêşengiya komîteyên neteweyî yên herêmî, bi dirûşma ‘ji bo têkbirina dagirkeriyê, Yekitiya Neteweyî Ava Bikin’ li her derê meş û mîtîng bên lidarxistin.

Em hemû xebatên ji bo yekitiyê bi dil û can silav dikin

Em li ser navê KONGRA-GEL; van bangawazî û xebatên ji bo yekitiya neteweyî çêdibin, hemûyan bi dil û can silav dikin. Îro gelê kurd bi ‘Şoreşa Rojava’ di rojeva cîhanê de ye. Ger em  gelê kurd bi yek deng bin, em dikarin ji cîhanê piştgiriya  herî mezin bistînin û êrîşên dagirkeran jî têk bibin.

Ji ber vê yekê em weke KONGRA-GEL dibêjin ku ‘Gelê Kurdistanê bi yekitiya neteweyî re dikare dagirkeran têk bibe û di çar parçeyên Kurdistanê de çareseriyê bi dest bixe.’ Yekitiya neteweyî daxwaza gelê me ya sedan sala ne. Pêwîst e gelê me vê daxwaza xwe bi çalakî û bi berxwedanên xwe geş bike û li ser partî û saziyan zext bike, bêje êdî bese, bibin yek.

Bang li hemû kurdan kirin

Ji bo hemû cîhan deng û daxwazên gelên Kurdistanê ya yekitiya neteweyî bibihîze û bibîne, banga me ji gelê Kurdistanê, rêxistinên siyasî û tevgeran, rêxistinên medenî, rewşenbîran ew e ku ev meş û mîtîngên ji bo yekitiya neteweyî pêk tê, bi tevlêbûneke mezin pêk bên. Ji bo hêvî û daxwaziyên gelê kurd a sed salan, bi taybetî jî ji bo hêvî û daxwaziyên gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê pêk bê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar