Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

KONGRA-GEL ji bo tevlêbûna meş û mîtîngên yekitiya neteweyî bang kir

KONGRA-GEL bi daxuyaniyekê banga tevlêbûna meş û mîtîngên ku dê di 7’ê kanûnê de bi dirûşma ‘Ji bo têkbirina dagirkeriyê, yekitiya neteweyî ava bikin’ li gelê kurd kir. KONGRA- GEL got; ‘Hewceye herkes bi derûdorê xwe bi girseyî tev li meş û mîtîngan bibe û dengê gelên Kurdistanê bigihîne cîhanê.’

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL li dijî êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta tirk daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Kongra Gel wiha ye:

“Li çar perçeyên Kurdistanê; li hemberî êrîşên dewletên dagirker ên ku niha berdewam dike, li her devera ku kurd lê ne bi pêşengtiya komîteyên neteweyî yên herêman, di roja 7’ê kanûnê de bi dirûşma ‘Ji bo têkbirina dagirkeriyê, yekitiya neteweyî ava bikin’ dê meş û mîtîng bên lidarxistin.

Em li ser navê KONGRA-GEL; hemû meş û mîtîngên ku dê ji bo yekitiya neteweyî bên lidarxistin ji dil û can silav dikin. Îro gelê kurd bi ‘Şoreşa Rojava’ di rojeva cîhanê de ye. Ger em weke gelê kurd bibin yek deng, em dikarin bi piştgiriya gelên cîhanê jî êrîşên dagirkeran têk bibin.

Ji ber vê yekê em weke KONGRA-GEL dibêjin ku ‘Gelê Kurdistanê bi yekitiya neteweyî re dikare êrîşên dagirkeran têk bibe.’ Pêwîst e gelê me vê daxwaza xwe, bi çalakî û bi berxwedanên xwe xurt bike û li ser partî û saziyan zextê bike.

Ji ber vê yekê jî banga me ji bo gelên Kurdistanê ew e ku bi tevlêbûneke xurt beşadarî van meş û mîtîngên ku dê di 7’ê kanûnê ango di roja şemiyê de ji bo yekitiya neteweyî bên lidarxistin bibin. Ji bo ku hemû cîhan hêvî û daxwaziyên gelê Kurdistanê bibîhîze, pêwîst e hîç kesek di malên xwe de nemîne.

Ji ber komkujiya dewleta faşîst a tirk a li ser gelên Rojava, bi taybetî jî ji ber qetlîama zarokên Efrînê yên li Şehbayê hewceye hemû kes seferber bibe û bibe hawara zarok û dayikên Efrînê. Hewceye herkes bi derûdorê xwe bi girseyî tev li meş û mîtîngan bibe û dengê gelên Kurdistanê bigihîne cîhanê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar