Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

KONGRA GEL: Komkujî û statuya gelê Şengalê qebûl bikin

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL bi boneya salvegera êrîşên qirkirina li ser êzidiyan daxuyaniyek da û destnîşan kir ku xebatên esasî yên vê demê bên kirin wê ji bo nasandin statûya Şengal û qirkirina wê be

Navenda Nûçeyan |

Dîwana Hevserokatiya KONGRA GEL, bi boneya salvegera 7’an a êrîşên qirkirinê ya li ser civaka êzidî û Şengalê daxuyaniyek da û ev tişt anî ziman: “Di 7’emîn salvegera komkujiya Şengalê de kesên jiyana xwe dest dane, jin-zarok-mirov em wan tevahî bi rêzgirtin bi bîr tînin. Dîsa hêzên ku ji bo hewara gelê Şengalê hatin, gel parastin û şehîd bûn, em wan gerîlayên HPG’ê bi minet bi bîr tînin. Ew şehîdên qehreman, bi berxwedana xwe gelê Şengalê ji komkujiyeke seranser parastin. Em deyndarên wan in, di dîroka gelê Kurdistanê de yê her tim bijîn.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li hember êrîşên DAIŞ’ê PDK û artêşa Iraqê gelê Şengalê ne parastin û ji ber vê yekê jî yekser bûn şirîkê komkujiyê. Em wan bi tundî şermezar dikin. Ev helwesta wan a dijî gelê Şengalê hê jî berdevam e, pêwîst e bê guhertin.

Dijî Fermana 74’emîn, gelê Şengalê bi berxwedana xwe, bi pêşengtiya jinan şoreşeke civakî û demokratîk ava kir. Xwe rêxistin kir, di zîhniyetê de guhertin çêkir, parastina xwe ya rewa pêk anî. Yanî di Şengalê de guhertineke dîrokî çêbû. Bi ruhê berxwedanê û bi xwe bawerî, gelê Şegalê ji bo xwe nasnameyeke nû ava kir. Ev delîlê azadiyê û ya serketinê ye.

Lê belê xeteriya li ser gelê Şengalê berdevam dike. Heta ku komkujiya Şengalê neyê pejirandin, heta ku statuya gelê Şengalê bi fermî neyê pejirandin, xeterî yê li ser Şengalê hebe.

Ji ber vê yekê jî xebateke esasî ya vê demê, di qada navneteweyî de bi fermî pejirandina komkûjî û statuya Şengalê ye. Pêwîst e bi tevahî rêxistin û saziyên Kurdistanê, destkeftên Şengalê xwedî derkevin, pejirandina komkûjî û statuya gelê Şengalê ji NY’ê daxwaz bikin.

Dewletên dagirker li ku derê li ser gel û hêzên kurd êrîş bike, pêwîst e tevahî sazî û rêxistinên kurdistanî bi hev re yek bin, planên dagirkeran vala derbixin. Li ser vî esasî pêwîst e tevahî gelên Kurdistanê gelê Şengalê xwedî derkeve.

Ji ber 74 Fermanên li ser gelê êzidî pêk hatiye, gelên Kurdistanê û bi giştî mirovahî deyndarên gelê êzidî ne. Niha dema xwedî derketina gelê êzidî ye, niha dema efûxwestina ji gelê êzidî ye. Bi pêkanîna daxwazên gelê Şengalê, ev daxwaz dikare cih bibe. Ev jî bi pejirandina komkujî û statuya Şengalê ye.

Di vî warî de em berxwedana gelê Şengalê pîroz dikin û ji dil ve silav dikin, heta dawî em bi berxwedana wan re ne. Azadî bê bedel nabe. Serketin ya gelê me ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar