Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

KONGRA-GEL: Li dijî çekên kîmyewî bêdengî sûc e

KONGRA-GEL bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku bêdengiya li bara êrîşên kîmyewî sûc e û wiha got: “Em sibe li DEN HAAG'ê kom bibin û bi dengekî xurt bang li OPCW'ê bikin ku bi peywira xwe rabe.”

Navenda Nûçeyan |

Dîwana Hevseroktiyê ya KONGRA-GEL têkildarî êrîşên bi çekên kimyewî yên dewleta tirk li dijî gerîlayên azadiyê bi kar tîne û bêdengiya raya giştî ya cîhanê daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku DYE, YE û hevalbendiya NATO’yê şîrîkên rasterast ên polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk in ku li ser Kurdan rê ve dibin û got ku dewleta tirk li rojava û başûrê Kurdistanê dixwaze hemû destkeftiyên gelê kurd tune dike ku ev destkeftî bi berdêlên mezin bi dest ketine.

KONGRA-GEL di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman:

“Dewleta tirk di şerê giştî de yê dijî gelê kurd, bêyî ku guh bide tu rêgezeke neteweyî û peymanan, di serî de çekên kimyewî çekên qedexekirî bi kar tîne û sûc dike. Û dewleta tirk vî sûcî bi agahî û desteka DYE, YE û NATO’yê dike.

Ên ku destekê didin vê kirina dewleta tirk ku hebûn û heqê kurdan bi çarçoweya ‘terorê’ dibîne û ji bo ku vê ji holê rake li her deverê şerê qirkirinê dike û yên ku li bara vê bêdeng in hevkarên vî sûcî ne.

Dewleta tirk ku di raperînên kurdan de bi rehetî çekên kîmyewî li dijî kurdan bi kar tîne, ji bêdengiya li bara qirkirina kurdan hêzê distîne û li Metîna-Zap-Avaşînê li dijî gerîlayên HPG’ê çekên kimyewî bi kar tîne ji bo ku xwe ji xitimandinê xilas bike. Ji hêla artêşa tirk ve bikaranîna çekên kimyewî begavman û têkçûna dewleta tirk a di şer de nîşan dide.

Gelê kurd û dostên kurd li dijî çekên kîmyewî yên dewleta tirk li her deverê rabûne ser pêyan, dewleta tirk û hêz û saziyên ku bêdeng mane şermezar kirin. Heta niha li gel ku saziyên navneteweyî, li parlamentoyan û di çapemeniyê de ev mijar hatiye ser zimên jî, saziyên têkildar tevnegeriyane û ev tam sûc e.

3’yê mijdarê li Hollandayê ya Den Haagê gelê me û dostên gelê me li ber Rêxistina Qedexekirinê ya Çekên Kîmyewî (OPCW) li hev kom bibe û bang li OPCW’ê bike ku bi peywira xwe rabe. Em bi zexta li ser raya giştî ya gelê me û dostê em dikarin dawî li vê bêdengiyê bînin.”

Banga KONGRA-GEL

Di dawiya daxuyaniyê de KONGRA- GEL ev bang kir: “Li dijî çekên kimyewî yên li ser Hêzên Parastina Gel (HPG) tê bikaranîn ku HPG sîgortaya jiyanê ya gelê Kurdistanê ye, ji bo ku em dawî li bêdengiya li bara êrîşên çekên kîmyewî bînin, em li DEN HAAG’ê bin û bi dengekî xurt bang li OPCW’ê bikin ku bi peywira xwe rabe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar