Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

KONGRA-GEL: Niha dem dema têkbirina faşîzma Erdogan e

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL li dijî êrîşên dewleta dagirker a tirk ên li ser Rojava banga lezgîn kir û wiha got: “Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û hevkarên wan, demildest bi ruhê seferberiyê rabin ser piyan. Niha dem, dema têkbirina faşîzma Erdogan e.”

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL di daxuyaniya nivîskî ya dayî de, diyar kir ku dewleta tirk a dagirker bi êrîşên dawî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanc dike ku sîstema Rojava hilweşîne.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat diyarkirin: “Hikûmeta AKP-MHP’ê ya faşîst du roj in li Rojava ji bo hilweşandina jiyana civakî dest bi êrîşan kiriye. Bi van êrîşan qadên jiyana civakî ya sivîlan dike hedef û dixwaze ku bi tirsê gel bide koçberkirin. Armanca wan ew e ku sîstema Rojava hilweşînin.

Ev êrîşên dewleta tirk sûcê şer e. Hêzên koalîsyona navneteweyî, divê demildest bibe xwedî helwest û mudaxele bike. Yan bêdengî tê wateya hevkariya sûc.

Em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe dikin; Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê û hevkarên wan, demildest bi ruhê seferberiyê rabin ser piyan. Niha dem, dema têkbirina faşîzma Erdogan e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar