Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

KONGRA GEL salvegera PKK’ê pîroz kir

KONGRA GEL bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 44’an a damezirandina PKK’ê pîroz kir û destnîşan kir ku di encama têkoşîna tevgera azadiyê de rejîma faşîst a dewleta tirk li ber têkçûyînê ye û bi vê têkçûyînê re dê li Rojhilata Navîn mîlada demokrasiya gelan dest pê bike

Navenda Nûçeyan |

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi wesîleya salvegera 44’an a damezirandina PKK’ê daxuyaniye da.

Peyama KONGRA GEL wiha ye:

“Salvegera 44’emîn a PKK’ê, di serî de li Rêber Apo, hevalên li çiyê, li zindanan û yên li her deverê li ber xwe didin, gelên Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya pêşketî pîroz be. Dîsa bi taybetî li jinên Kurdistanê û yên cîhanê pîroz be. Li hemû gaziyên şoreşa PKK’ê û malbatên şehîdan pîroz be. Bi wesîleya salvegera 44’emîn em di şexsê şehîdên Metîna, Zap û Avaşîn de hemû şehîdên PKK’ê bi rêzdarî bi bîr tînin û ji bo pêkanîna armancên wan soz didin.

PKK bi damezirandina xwe bû mizgîniya azadiyê

Dîroka PKK’ê, jiyan û têkoşîna Rêber Apo ye. Têkoşîna Rêber Apo û ya PKK’ê ji destpêkê heta roja îro li hemberî dagirkeriyê, li hemberî hêzên emperyalist ên ku Kurdistanê parçe kirine û li hemberî kurdên xayîn (cehş), bi serketî dewam dike. Ji ber vê yekê ye, dewleta dagirker û faşîst di vê sala derbasbûyî jî li Îmraliyê tecrîdeke pir giran li ser Rêber Apo meşand. Wek tevger û gel, der barê rewşa Rêber Apo û sê hevalên din de hîç agahiyek nîne.

PKK bi damezirandina xwe bû mizgîniya azadiya gelên Kurdistanê. PKK bû mizgîniya azadiya jinan. PKK di têkoşîna xwe ya sala 43’emîn de jî li hemberî hêzên komploger, dewleta tirk û kurdên xayîn têkoşîneke bê emsal meşand.

Gerîla stratejiya dewleta tirk a şerê teknîkê pûç kir

Em dikarin bêjin ku gerîla bi guhertina şêwazê şerê xwe, stratejiya dewleta tirk a şerê teknîk pûç kir. Li Metîna, Zap û Avaşînê bi alîkariya PDK’ê ev heft meh e çeteyên artêşa tirk nikarin li ber gerîla gavekî pêş ve biçin. Berxwedana gerîla li Garê mezin bû, li Metîna, Zap û Avaşînê gihîşt lûtkeya herî jor. Artêşa tirk ji ber neçariya xwe li hemberî gerîla çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne lê belê dîsa jî dijmin nikare encam bigire.

Rejîma faşîst ber bi têkçûyînê ve diçe

Bi pûçkirina konsepta şerê teknîk, di nav pergala faşîst a dewleta tirk de krîz her diçe kûr dibe. Aborî têk çûye, bi kûrbûna krîza siyasî û civakî jî ev pêvajo ber bi têk çûna rejîma faşîst a sed salî ve diçe.

Paradîgmaya Rêber Apo ya ku li ser bingeha azadiya jinan, civaka demokratîk û ekolojîk, di nav gelên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê de belav dibe. Di vê pêvajoyê de bi têkçûna faşîzma dewleta tirk, di nav gelên Tirkiyeyê de daxwaziya aştî û çareseriyê pêş dikeve. Rejîma faşîst bi êrîşên nû her çiqas dixwaze desthilata xwe dirêj bike jî lê belê têkçûyîna wî yê zûtir bibe.

Li Rojhilata Navîn dê milada demokrasiya gelan dest pê bike

Bi têkçûyîna rejîma faşîst a dewleta tirk û bi çareseriya pirsgirêka kurd, li Rojhilata Navîn dê mîlada demokrasiya gelan destpê bike. Bi ‘Paradigmaya Azadiyê’ çareseriyên pirsgirêkên neteweyî û civakî, dê ji bo hemû cîhanê jî bibe mîladeke nû.

Ji ber vê jî têkoşîna PKK’ê ya sala 44’emîn ji bo gelên Kurdistanê û dostên gelê me gelekî girîng e. Bi têkoşîna îsal em ê deriyê Îmraliyê vekin. Bi bilindkirina pêngava dema azadiyê û kampanyaya dijî lîsteya terorê û teşhîrkirina şerê kîmyewî ya dagirkeriya dewleta tirk, di têkoşîna me ya sala 44’emîn de xebata bingehîn a hemû qadan e.

Li ser vî esasî em cejna partiya xwe cardin pîroz dikin û di têkoşîna sala 44’emîn de ji bo gel û dostên xwe serkeftinê dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar