Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Kongra Star: 15’ê Tebaxê ji bo me bû mîlad

Kongra Star di salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “15’ê Tebaxê wê bi berxwedana xwe bi pêşengiya kurdan, gelên Rojhilata Navîn û jinan jiyaneke azad û wekhev ava bike.”

Meclisa Kongra Star bi boneya salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de 39’emîn salvegera 15’ê Tebaxê li gelê kurd hat pîrozkirin û hat gotin: “Pêngava 15’ê Tebaxê gelê kurd ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve bir û ji koletiyê ber bi berxwedan û ruhê têkoşînê ve bir. 15’ê Tebaxê ji tevahî cîhanê re îspat kir ku gelê kurd heye û wê li ser xaka xwe ya dîrokî bimîne.”

Kongra Star bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê  şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz) bi bîr anî û wiha domand “Fermandar Egîd li Dihê çirûska yekemîn pêxist û lehengiya gelê kurd ji dijmin ê tirk re îsbat kir. Fermandar  Egîd got, dema rizgarkirina Kurdistanê ji zulm û çewisandinê ye.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku di dîroka Kurdistanê de gelek ji bo parastina hebûna gelê kurd derketin û hat gotin: “Ji ber rêbazên kevin ên van raperînan, kurdan berdêlên giran dan û fedakariyên mezin dan. Lê belê gelê kurd di encama  binkeftina wan serhildanan de zilm û çewisandin dîtin. Lê bi avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê rewşeke nû  hat afirandin. Bi avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê re cara yekemîn kurd derbasî merheleya xweavakirin û xwerêxistinkirinê bûn. Kurdan hemû rêbazên kevin derbas kirin û bi fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  rêbaz û taktîkên xwe pêş xistin. Ev têkoşîn bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji zêdetirî 45 salan dewam dike.  Ruxmî tevahî cûreyên êrîşan ên ji aliyê hêzên hegemonîk û modernîteya kapîtalîst ve, lê doza kurdî bi raya giştî re hat naskirin û bûye xaleke veguherînê li cîhanê û Rojhilata Navîn. Li ser vî bingehî Pêngava 15’ê Tebaxê şoreşê vejînê afirand.”

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin û hat diyarkirin “Têkoşîna me ya di hemû qadan de girîng e û ji jin û gelan re bûye hêvî û çavkaniya îlhamê.

Em di qonaxa dîrokî re derbas dibin, ku çarenûsa jin, ciwan û tevahî hêzên dijfaşîzmê diyar dike. Ji ber vê yekê em banga xurtkirina têkoşînê dikin. Dem dema xurtkirina têkoşîna hevpar û yekitiya gelê kurd e.

Di serî de jin û ciwan, em bang li tevahî gelan dikin ku berpirsyariyên dîrokî li pêşiya me hene. Çawa me xwe di Pêngava 15’ê Tebaxê afirand, dem dema afirandina azadî, serketin û avakirina civakeke exlaqî û polîtîk e. Rihê serketinê ya Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo me wekî mîladekî ye. Em di wê baweriyê de ne ku wê serketin para me be û wê binkeftin, wêrankirin û têkçûyîn para faşîzma tirk û tevahî hêzên paşverû û yên nîjadperast be. Bi ruhê berxwedana 15’ê Tebaxê wê gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinan jiyanake adilane, wekhev û azad ava bikin. Her wiha wê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî bidomînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar