Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Kongra Star: Cihê ku jinên kurd lê bin wê berxwedan bidome

Meclisa Kongra Star ragihand ku bila bê zanîn ku li her cihê kurdên azad û jina azad hebin û nefes bistînin, wê berxwedan berdewam bike û wiha got: “Wekî Kongra Star ku pêşengên şoreşê ne, dê her tim bibêjin, an azadî an azadî. Jiyana me wê azad be, dervî jiyaneke azad em ê jiyaneke din qebûl nekin.”

Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê  Sûriyeyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek weşand. Kongra Star diyar kir ku çarenûsa me berxwedana bi rihê 8’ê Adarê ye û wiha got: “Roja 8’ê Adarê ya bûye sembola berxwedan, azadî û wekheviyê, di serî de li hevalên xwe yên di çeperan de li ber xwe didin, YPJ, malbatên şehîdan û şervanên azadiyê û li pêşengê vê dozê Rêber Apo pîroz dikin.”

Peyama Meclisa Kongra Star a bi boneya 8’ê Adarê wiha ye:

“Weke  tê zanîn li bajarê Newyorkê yê DYA’yê, di 8’ê Adara sala 1857’an de di hundirê fabrîqeyeke cilan de,  bi destên sîstema desthilatdar agir hat pêxistin  û di encamê de 129 jinan canê xwe ji dest dan. Wê  dîrok rûyê sîstema zilam a bûyî dewlet raber kir,  ji bo bibe   Roja Jinên Kedkar a Cîhanê. Her kes şahidê vê bûyera biêş  a ku  bû qêrîna dîroka bindestiya jin. Bi lêgerîn û lêpirsîna Clara Zetkîn a li ser bûyera 8’ê Adarê, ew lêgerîna jinan ji bo mafê jiyanê,   ji bo were naskirin di sala 1910’an de li bajarê Kopenhagin ê Almanyayê di Konferansa 2’yemîn a Jinên Enternasyonal de pêşniyar kir ku ev roj bibe Roja Jinên Kedkar a Cîhanê.

Lê belê pêwîst e ku em vê bizanin di kesayeta Clara Zetkîn, Roza Luxemburg, Alexandra Kollontaî, Leyla Qasim, Sakîne Cansiz, Zeynep Kinaci, Sema Yuce û bi hezaran jinên berxwedêr de û ji bo qêrîna azadiya van jinan neyê windakirin, jinê li ber xwe da û li ber xwe dide. Di roja me ya îro de jî kesayetên wekî Arîn Mîrkan, Yadê Eqîde, Hevrîn Xelef, Yusra Derwêş, Rîhan û Zelalan bi berxwedana xwe  destanên lehengiyê dinvîsin.

Bi felsefe û paradîgmeya Rêber Apo ya xwe dispêre azadiya zayendî û ekolojî, bi dirûşma ’Jin Jiyan, Azadî’ ya di pêşengtiya Jîna Emînî û Sorxwînan de, li her çar aliyê cîhanê belav bûyî, em jî bi dirûşma; “Bi vîna jina azad, em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” em ê  pêngaveke têkoşînê ya xurt bidin destpêkirin û bidin nîşandan ku wê li ser van axên warê xwedawendan tu carî jin kole nejîn, wê bibe ayîdê xwe û pêşengtiya jiyanê bike.

Ev pergala zilamê bûyî dewletî û niha bûye bela serê cîhanê, ya me ber bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ve dibe, em ê weke hêza parastina cewherî û aşîtîxwaz li dijî wan bisekinin, ew çi qas koletî, kirêtî, qirkirin û nexweşîyê pêş bixin, li dijî wan em ê azadî, wekhevî û xweşikiyê pêş bixin.

Çarenûsa me berxwedana bi rihê 8’ê Adar’ê ye, çareseriya me paradîgmaya demokratîk-ekolojîk-azadîxwaziya jinê ye.

Di vê pêvajoya ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dewam dike de herî zêde jin û zarok tên qetilkirin, dayik rondikên çavan dirijînin, êş û elemê li jiyanê belav dikin, em ê her bêjin Jin Jiyan Azadî û bi îsrar hevgirtina jinan pêş bixin.

Di xwebûnê de îsrar bikin, bi hişmendiya parastina cewherî em ê li xwe û axên xwe xwedî derkevin. Çanda xwe û zimanê xwe biparêzin, em ê layîqê jin, gel, şehîd û Rêbertiya xwe derkevin. Li dijî hemû paşverûtîyan dibêjin Jin Jiyan Azadî, em ê îsal bi vîna jina azad, siyaseta qirkirin, dagirkerî û tecrîdê bişkînin. Em cardin dibêjin ku bi kampanya û çalekiyên curbecur , em ê nîşan bidin ku em li pişta jinên Şengal û afgan, em ê tu carî jinan bi tenê nehêlin.

Di heman demê de wê ev sal bibe sala xwelêpirsînê, ji bo şaşî û rastiyan ji hev derxin divê di destpêkê de xwe nas bikin û bi rihê jina azad tecrîdê bişkînin û dagirkeriyê têk bibin. Em ê bi vîna azad azadiyê teqez bikin û vê sedsalê bikin sedsala 21’ê.

Em ê bawerî, wêrekî û azwêriya rêhevalên xwe ji bo xwe bixin pêşenga jiyanê, bi pêşxistina şoreşa jinê ve em ê li dijî hemû siyasetên qirkirinê, yên sîstema kapîtalîst, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bişkînin, li ziman û nasnameya xwe xwedî derkevin û biparêzin.

Bila bê zanîn ku li her cihê kurdên azad û jina azad hebin û nefes bistînin, wê berxwedan berdewam bike. Em ê jî wekî Kongra Star ku pêşengên şoreşê ne, dê her tim bibêjin, an azadî an azadî. Jiyana me wê azad be, dervî jiyaneke azad em ê jiyaneke din qebûl nekin. Bila dost û dijmin vê bizanin ku yekane felsefaya me ya jiyanê wê felsefeya rizgariya jin û Jin Jiyan Azadî be, dervî wê dê tu hêz û îrade nikaribe me mehkûmê jiyaneke paşverû û kole bike.

Roja 8’ê Adarê ya bûye sembola berxwedan, azadî û wekheviyê, di serî de li hevalên xwe yên di çeperan de li ber xwe didin, YPJ, malbatên şehîdan û şervanên azadiyê û li pêşengê vê dozê Rêber Apo pîroz dikin. “

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar