Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Kongra Star: Xeta Zîlanan xeta heqîqetê ye

Kongra Star di 28’emîn salvegera şehadeta fermandara fedayî Zîlan bi bîr anî û ev tişt parve kir: “di dîroka tevgera azadiyê de her wiha di dîroka jina azad de şehîd Zîlan manîfesstoya ji bo bi cih anîna pîvanên welatparêziya rast û xwedî derketina li jiyana bi rûmet û azad e. Xeta Zîlanan ji bo me weke jin li ser şopa heqîqetê xeta xwebûn û bûna xwe ye.”

Kongra Star bi wesîleya  28’emîn salvegera çalakiya fedaî ya Zeyneb Kinacî (Zîlan) ku di sala 1996’an de li dijî dewleta tirk pêkanî bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anî. Kongra Star daxuyand ku Zîlan beriya 28 salan bi çalakiya fedayî armanca parastin û pêşxistina rêbazê têkoşîna li hember tevahî hişmendiyên ku xwestin bi planên qirêj hebûna Rêbertî û gelê kurd bi fîzîkî tesfiye bikin, bû sembol û milîtana tevger û jiyana bi wate.

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

“Di 28’mîn salvegera şahadeta pêşenga hevaltî, heskirin û jiyana azad de em tevahî jinên fedayî u têkoşerên serhildan û şoreşên Kurdistanê bi rêzdarî bibîrtînin û di kesayeta Şehîd Zîlan de bejna xwe li beramberî bîranîna wan bi serbilindî di tewînin. Weke Meclîsa Kongra Star ku her kêlî û demê xwe yê berxwedanê li ser bîrdozî û xeta şehîd Zîlan da meşandin û ji ber tolhildana rêhevalê  xwe roj bi roj serkeftin û deskeftiyên mezin dane qezenckirin, li ser vî esasî  soza me ye ku bi felsefeya jiyanê ya ku Şehîd Zîlan ji bo me diyar kiriye emê şoreşa xwe bikin malê tevahiya jin, tevgerên demoqratîk û wekhevî xwaziyê.

Meha hizêranê di dîroka me ya tekoşînê de xwedî cihekî pîroz e, ji ber ku meha şehîdên me yê jin yê fedayî ye, lewma xwedî derketina me li bîranîn û hêviyê wan di roja meya îro de erk û mîsyona meya bilindkirina têkoşînê xwe ferz dike ku li himber sîstemên ku her kêlî dijminatiya jina zane û azad dikin de bighînin lûtkeya herî bilind.”

Kongra Star di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser têkoşîna Zeyneb Kinacî (Zîlan) û wiha dom kir: “Bi çalakiya fedayî ya Şehîd Zîlan ku  beriya 28 salan pêk anî bi armanca parastin û pêşxistina rêbazê têkoşîna li hember tevahî hişmendiyên ku xwestin bi pêlanên qirêj hebûna Rêbertî û gelê kurd bi fîzîkî tesfiye bikin, bû sembol û milîtana tevger û jiyana bi wate . Di roja meya îro de ji bo me wek jinên pêşengê bîrdoziya rizgariya jinê ya ku Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe bingeh û pîvanê wê diyar kirin, erkê me yê serekeye ku weke perspektîfa jiyana bi rûmet û azad bi heskirina wê ji jiyanê re  ji her demê zêde tir pêk bênin. Ji ber ku di nava jiyanek ku bi heşmendî û zilma mêrîtiyê tê birêve birin de ku  jiyan li jinan teng û biçûk kiriye de jiyankirin  li ser me ferz dike ku her kêlî  bi israr û menewiyatek pir mezin li ser xeta Zîlanan em li ber xwe bidin. Her roj bi çalakiyên fedayî rihê têkoşînê geş bi hêlin. Lewma di dirêjahiya dîroka jinan de hertim mîrateya berxwedanê ji bo xwedî derketina li fikir, xet u xwestekê jinên şerker û berxwedêr lêgerîna azadiyê û bi destxistina mafê xwe bi ronahiya wan berdewam kiriye.

Di dema ku Rêbertî û partiya me rastî êrîşên qirkirin û tunekirinê ji aliyê dijmin ve  dihat, çalakiya rêheval Zîlan bersiva ku emê hertin hebin û wê tu kes nikaribê vîna gel û hebûna wê tune bikê bû. Lewma îro di dîroka tevgera azadiyê de her wiha di dîroka jina azad de şehîd Zîlan manîfesstoya ji bo bi cih anîna pîvanên welatparêziya rast û xwedî derketina li jiyana bi rûmet û azad e. Xeta Zîlanan ji bo me weke jin li ser şopa heqîqetê xeta xwebûn û bûna xwe ye. Li ser vî bingehî , ji ber ku em xwe bighînin cewherê şoreşgertiya bi wate pêwîste em her kêlî bi fikir û ramanê Şehîd Zîlan re bijîn û fam bikin. Di nava kêliyên dîrokê yên ku em îro di nava şoreşa Rojava de jiyan dikin de her çiqas deskeftiyên me hebin ew qas jî vîn û îradeya jinên pêşeng ji aliyê dijmin ve tê hedef girtin, bi armanca ku jin nebin pêşengê guherîn û veguherinê. Lewra ji ber ku em bibin laîqê bîrdoziya azadiya jinê bi terz û rêbazê Zîlanan em li ber xwebidin, rêxistina xwe berferhtir bikin û tevahiya jinan hemêz bikin. Bi armanca ku em konfedralîzma jin ya demokratîk ava bikin bi wesîleya bîranîna Şehîd Zîlan peyama xwe bigihînin her cih û kesî.”

Kongra Star di dawiya daxuyaniyê de banga bilindkirina têkoşînê li hemû jinan hate kirin û wiha hate gotin: “Ji ber ku li hemberî êrîş û kiriyarên dagirkeriyê yên hikûmeta AKP’ ê li ser Kurdistan û girankirina tecrîda li ser Rêbertiya me, em vala derxin û hilweşînin em bang li hemû jinan dikin ku  em bibin şagirtê felsefeya Zîlanê û li gorî perspektîfa wê ya ku ji me dixwazê em têkoşîn û hêza xwe bikin yek û rola jinan ya ku bi salane ji aliyê heşmendiya baviksalar ve hatiye vemirandin carek din bi rihê ‘Jin Jiyan Azadî’ li her derê nûjen bikin û azadiya xwe ji her alî ve misoger bikin û pirsgirêka jin bi rihê Zîlanan em çareser bikin. Pêwîste weke ku Şehîd Zîlan gotiye; ‘Azadî şerkirinê dixwazê , ji ber ku em bikarin baş şerbikin pêwîste em baş xwe rêxistin bikin, dema ku em hêza xwe ya rêxistinî avabikin wê demê em dikarin behsa vîna xwe ya xurt bikin.’  Divê em li gora vê gotinê tevbigerin û têkoşîn bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar