Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Kongre xwedî hewldanên stratejîk e’

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi koordîneya hêzên demokratîk a Sûriyeyê hewl dide ji bo aloziya Sûriyeyê bigihije çareseriyeke siyasî. Civînên li derve hatin lidarxistin û komxebatên di 2019’an de li Eyn Îsa û Kobanê hatin kirin, bandorekî erênî çê kir. Alî û hêzên demokratîk ên Sûriye û MSD’ê hewl didin kongreyekê li dar bixin da ku nûnertiya têkoşîna demokratîk li Sûriyeyê bike û ji bo pêşeroja Sûriyeyê planeke stratejîk saz bike. Têkildarî mijarê hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî ya MSD’ê Cîhad Umer ji ANHA’yê re axivî.

Cîhad Umer diyar kir ku hewldana wan ew e ku li Sûriyeyê demokrasiyê pêk bînin û wiha got: “Di vê mijarê têkildar 7 komxebat li dewletên Ewropayê hatin lidarxistin. Piştre jî bi beşdariya kesayetên cuda yên Sûriyeyê, civîneke berfireh hate lidarxistin. MSD hewl dide rêbazên diyaloga Sûrî-Sûrî temam bike. Di salên 2017, 2018 û 2019’an de jî gelek xebat kirin. Komxebatên ku li Eyn Îsa û Kobanê hatin lidarxistin, di avakirina hêzên demokratîk, danîna planeke stratejîk ber bi Sûriyeya pêşerojê ve xwedî taybetmendiyên erênî bûn.”

Bi domdarî jî Umer ev tişt anî ziman: “Di 8 û 9’ê sibata îsal de civînek li Brukselê li dar xistin. Di encamê de komîteyek amadekar hate avakirin. Komîteya amadekar ji 19 endamên ji hundir û derveyî Sûriyeyê, gelek rêxistin û MSD’ê pêk tê. Xebatên komîteyê didomin. Kongre xwedî hewldaneke stratejîk e. Armanca wê tevlêkirina hêzên demokratîk in da ku xebatên stratejîk pêk werin ku bi salên dirêj dewam bike.”

Herî dawî jî Umer wiha got: “Dê li ser nav û cihê kongreyê nîqaş bên kirin. Yek ji rêgezên sereke ya komîteyê ew e ku hemû kesayet, hêzên demokratîk û kesên vê nêrînê qebûl dikin tev li xwe bike, ya din jî komîte dê li ser esasê xebata navdewletî û dewletên erebî bixebite. Wekî gava duyemîn em hewl didin kongreyekê li ser asta giştî Sûriyeyê li dar bixin da ku hemû hêzên demokrat tê de beşdar bin. Bi nêrîna min lidarxistina vê kongreyê dê kursiyekî bide hêzên demokratîk di pêvajoya çareseriya siyasî ya navdewletî, çi Cenevre be yan jî komîteya destûrî be. Ev jî dê bandorek li pêvajoya diyalogan bike. Li gorî plansaziyê kongre dê di dawiya meha îlonê de çê bibe.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar