Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Kongreya 4’emîn a mîsogerkirina xweseriya Şengalê destpê kir

4’emîn Kongreya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ku dê du rojan berdewam bike bi dirûşmeya ‘Rêveberiya Xweser Pira Gihandina Azadiyê Ye’ destpê kir. Nûnerên pêkhateyên ereb, iîe û mesihiyên Şengalê jî beşdarê kongreyê bûne

Ev demekî ye ku amadekariyên 4’emîn Kongreya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) dihate kirin. Beriya kongreya giştî, li hemû meclisên gundan di çarçoveya amadekariyên kongreyê de civîn hatin lidarxistin û delegeyên kongreyê hatin hilbijartin. Di encama van civînan de 250 delegeyên ku hatine hilbijartin beşdarî kongreya giştî bûn. Ji oldar û rûspiyan heya hunermend û rojnamegeran, ji tevgerên jin û ciwanan heya karker û kedkaran hemû beşên civakê beşdarî kongreyê bûne. Her wiha 50 mêvanên ji derdorên cûda yên civakî jî beşdarî kongreyê bûne. Di nav mêvanan de êzidiyên ku ji Ewropa û Rûsyayê hatine jî hene.

Yekemîn kongreya MXDŞ’ê piştî fermana 2014’an hatibû lidarxistin û wekî bersiva civaka êzidî ya li hemberî fermanê bû. Ji kongreya avakar heya niha her kongre bi armanc û hedefeke pêk hat. Armanca sereke ya 4’emîn Kongreya MXDŞ’ê jî berfirehkirin û xurtkirina meclisa gel û mîsogerkirina Xweseriya Şengalê ye. Hate gotin ku lidarxistina Kongreya 4’emîn di salvegera fermanê de di heman demê de ji bo bîranîna hemû şehîdên fermanê ye.

Ji kongreyên demborî cûdatir, di vê kongreyê de cara yekem kesên ji civaka mesîhî, şîa û ereb jî hem wekî mêvan hem jî wekî delege beşdarî kongreyê bûn. Ev jî gaveke girîng û dîrokî ye ku hemû pêkhateyên herêmê beşdarî kongreyê dibin. Bi vî rengî Kongreya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, ji bo çareserkirina hemû pirsgirkêkên Iraqê dibe modeleke xurt.

Kongre bi rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir û bi axaftina vekirinê ya hevserokên Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hico û Qasim Xelef Ebdulla berdewam dike. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar