Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kongre bi biryarên girîng bi dawî bû

Kongreya Damezirîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi avakirina koordînasyona meclisê û xwendina encamnameyê bi dawî bû

Kongreya Damezirîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma ‘Yekitiya jinên azad mîsogeriya Sûriyeya demokratîk e’ bi tevlêbûna hemû pêkhateyên jin li hola Beylesan a navçeya Amûdê pêk hat.

Piştî nîqaşên berfireh li ser rapora Komîteya Amadekar a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêziknameya meclisê ji aliyê endama Komîteya Amadekar Sîham Emoka ve hate xwendin û li gorî nêrîn û pêşniyarên beşdaran hin bendên wê hatin guhertin.

Tevgera Goran û Yekitiya Jinên Kurdistanê xelat pêşkêşî Kongreya Star kir ku ev kongreyê lidar xistiye. Her wiha Kongreya Star şandeyên ji başûrê Kurdistanê hatine (Partiya Azadî, Tevgera Goran, Rêxistina Zerdeştî ya Kurdistanî, Partiya Torî Haboşî, Tevgera REPAK û çalakvana serbixwe Şirîn Dorî) xelat kirin.

Ji bo hilbijartina koordînasyona meclisê dengdan pêk hat. Di encamê de 17 kes hatin hilbijartin. Navê kesên ku ji bo koordinasyona meclise hat hilbijartin wiha ne: Jorjet Yaqûb, Ebîr Hesaf, Lemiya Xelo, Xewla El-Îsa, Zozan Mustefa, Stêra Qamsim, Necla Temo, Duha El-Fiteyih, Nalîn Reşo, Asya Abdullah, Jiyan Hisên, Sîham Emoka, Mizgîn Zêdan, Narîn Metînî, Buseyna Gêlo, Bêrîvan Hisên û Nusra El-Ebaka.

Di dawiya kongreyê de encamname ji aliyê endama Komîteya Amadekar a Kongrê Stêra Qasim ve hate xwendin.

Encamnameya Kongreya Damezirîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye:

  • Kongreya Damezirîner a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma ‘Yekitiya jinên azad mîsogeriya Sûriyeya demokratîk e’ bi tevlêbûna 150 delegeyên ji rêxistinên jinan ên partiyên siyasî, saziyên sivîl, nûnerên meclisên jinan ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê 14‘ê Hezîrana 2019‘an hate lidarxistin. Rêxistinên jinan ên Sûriyeyê, rojhilat û başûrê Kurdistanê, çalakvanên jin ên ji Ewropa û Amerîkayê wekî mêvan beşdarî kongreyê bûn.
  • Kongrê bi deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan dest pê kir. Axaftina destpêkê ya kongre li ser navê Komîteya Amadekar a Kongreyê birêz Foza Yûsif ve hate kirin. Her wiha axaftin ji aliyê mêvanan jî hatin kirin.
  • Di axaftinan de girîngiya damezirandina Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vê pêvajoyê hestiyar de ku Sûriyr tê de derbas dibe, hate destnîşankirin, kongre wekî gaveke dîrokî di şoreşa jinan a bakur û rojhilatê Sûriyeyê de hate binavkirin ku ev 8 sal in pêk hatiye.
  • Di kongreyê de hat teqezkirin ku ev meclis dê roleke mezin di prosesa veguhertina demokratîk a  civaka me de bilîze ku em hewcedarî wê ne. Beşdaran îşaret pê kirin ku ev meclis dê bibe minareya hevbeş ji bo hemû jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku jin dozên xwe nîqaş bikin û bi rêbazên eqilane û îradeya hevbeş çareser bikin.
  • Meclis di pêvajoya li pêş de dê xwedî du mîsyonên sereke bin. Yek; Parastina destkeftiyên gel û jinan, mîsogeriya beşdarbûna jinan di destûra Sûriyeyê ya siberojê de. Duyem; Xurtkirina zanist, exlaq, azadî û hevjiyana azad di civakê de bi rêya têkoşîna fikrî, civakî, siyasî ya hevbeş.
  • Beşdaran bal kişandin ku gelek serkeftin hatin qezenckirin lê şoreşa jinan hîn bi dawî nebûye. Ji ber ku jin hîn tên kuştin, tundî li ser wan tê meşandin, bi zorê têne zewicandin û ji mafên xwe bê par têne hiştin. Lewra divê em yekrêziya xwe bi rêxistin bikin û enerjiya xwe bikin yek da ku tu jin ji fikr û azadiya exlaq mehrûm nemîne û bê rêxistin nemîne.
  • Di kongreyê de peymana Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate erêkirin û koordînasyona meclisê ji 17 endaman hat hilbijartin.
  • Di dawiya kongreyê de dilsoziya bi şehîdên hate nûkirin ku ji bo jiyana azad û aştiyê cane xwe feda kirine. Em ê bi hêz û israr xeta şehîdan bişopînnin heta jiyaneke bi rûmet û wekhev pêk were. QAMIŞLO
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar