Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kongreya duyemîn a TAJÊ bi dawî bû

Kongreya duyemîn ya TAJÊ bi biryar û soza mezinkirina têkoşîn û avakirina civakekî azad, demokratîk û azadîxwez a jinê bi dawî bû

Kongreya TAJÊ  Ya duyemîn ku bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dirûşmeya, “Emê Xwe Ji Fermanê Biparêzin Azadiya Jin û Civakê Misoger Bikin” îro hatibû destpêkirin, bi biryarên girîng û bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.

Kongreya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya ku bi rihê berxwedaniya rizgarkirina Şengalê, bi dirûşmeya “Emê Xwe Ji Fermanê Biparêzin Azadiya Jin û Civakê Misoger Bikin” di seatên sibehê de hatibû destpêkirin bi biryarên girîn bi dawî bû. Di kongreyê de bi giştî 250 delege amade bibûn. Her wiha YJŞ’ê û jinên Ereb ya Şengalê  jî cihê xwe di kongreyê de girtibûn.

Piştî xwendina rapora kar û xebata 3 sala ya TAJÊ’ sinevîzyonekî li ser girîngiya rêxistibûna jinê ya di civakê de hate temaşekirin.

Li ser rewşa rêxistinbûna jinên êzidî  û têkoşîna wê di qada siyasî, leşkerî, civakî, aborî û hwd nîqaş hat meşandin.

Sîstema hundirîn  ya TAJÊ û biryarên kongrayê  hatin xwendin. TAJÊ li ser nêrîna  civaka demokratîk û xwezaparêz û azadîxwaziya jinê wê rêxistina xwe mezintir bike. Pergala xwe li ser esasê civaka exlaqî û polîtîk, di aliyê siyasî, aborî, civakî, parastinî û hiqûqî de li hemû qadan li ser esasê komîn, meclîs, akademî, weqif, sazî, malên jin, rêxistinên xwe yên parastina cewherî, koperatîf û hwd wê xwe bi hêz bike.

Her wiha di biryaran de TAJÊ Yekîneyên Parastina Jinên Şengalê YJŞ’ê weke hêza xwe ya parastinê qebûl dike.

Koordînasyona TAJÊ  ji 9 kesan tê avakirin û bi awayekî sîstematîk bi sîwana jinên êzidî ya Ewropa re din nav pêwendiyan de be.

Bi gelemperî biryarên ku hatin xwendin bi erêkirina hemû beşdervanan hatin qebûlkirin. Di kongreyê de biryar hate girtin ku ala TJAÊ bê guhartin û her 2 sal carekî kongreya xwe li darbixe.

Meclîsa TAJÊ hate bilbijartin û endamên meclîsê di dawiyê de soza pêkanîna erka xwe dan.

Endama meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Lava Şengalî axaftina dawî kir û daxwaza dadgehkirina PDK’ê û DAIŞ’ê  ku sedema fermanê bûn kir û bi van gotinan kongra bi dawî kir: “Em di destpêkê de vê kongreyê di şexsê Jîna Emînî û Nagîhanan de diyariyê rihê jinên şoreşger dikin. Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ ji hemû hêzin saziyên mirovî diparêzin û dewletên navnetewî daxwaz dikin ku PDK sedema herî mezin ya fermana 2014’an e û bê dadgehkirin.”

Kongre bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û gerandina govendê bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar