Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Kongreya duyemîn a TAJÊ`yê tê lidarxistin

Tevgera Azadiyê Jinên Êzidî bi dirûşma ‘Em ê xwe ji fermanê biparêzin, azadiya jin û civakê mîsoger bikin’  kongreya xwe ya duyemîn li dar dixe.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) weke bersivekî ji fermanê re di heftemîn salvegera rizgarkirina Şengalê de kongreya xwe ya duyemîn li dar dixe û ji bo mezinkirina rêxistinbûna xwe gavên nû diavêje.

Piştî diyarkirina dîwana kongreyê, li ser navê Saziya Malabta Şehîdan a Şengalê Pakîz Celal axivî. Pakîz Celal hemû şehîdan bibîr anîn, roja rizgarkirina Şengalê û li darixistina kongreyê diyarî hemû şehîdên Êzidxanê kir û teqez kir ku ew bi şehîdên xwe mezintir û xurtir dibin.

Li ser navê Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Hêza Şengalî jî axivî û soza parastina jinên êzidî di kongreyê de dubare kir û got: “Em kongreyê li hemû şehîdan pîroz dikin, li ser vê axê gelek êş û zilm hate kirin lê belê yê ku serî netewand û serê xwe rakir li hember hemû êrîşan jinên êzidî bûn. Di fermana 2014’an de jî jinên êzidî êşa herî mezin jiyan kir. Lê li ser vê êşê ji nûde xwe rêxistin kir û ava kir. Ev 7 sal in li ser rizgarkirina Şengalê re derbasbûye, heta îro YJŞ’ê ji bo parastina jinên êzidî şer û têkoşîn dike. Ew ê heta dawî jî li pey vê soza xwe bin. Em ê li hemberî hemû êrîşan li ber xwe bidin.”

Piştre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ya ji bo civaka Êzidî kiribû, hate xwendin.  Di nirxandina Rêber Abdullah Ocalan de bal kişandiye ser girîngiya xwe rêxistin kirin û wiha hatiye gotin: “Divê hêzên me yên çekdarî, cihên ku ji DAIŞ’ê rizgar kirine lê bimînin. Pêwîste van cihan dewrî PDK’ê nekin. Min ji zûde hişyar kir. Hîna jî gelê êzidî rûbirûyê bi komkujiyan re. Em vê komkujiyê ne ji bîr dikin ne jî dipejîrînîn, ne jî em ê rûnin rondikan bibarînin. Divê rist û mîsyona me li pêşiya van girtin be. Ez xebatên rêxistin, perwerdekirina pêşengan girîng dibînin.”

Peyama Endama Serokatiya Konseya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta hate xwendin û piştre jî nameya pîrozkirina kongreyê ya ji KJK’ê hatibû şandin, hate xwendin.

Di peyama KJK’ê de hate teqez kirin ku sedsala 21’emîn wê bi têkoşîna jinan bibe sedsala azadiya jinan. Di peyamê de wiha hate gotin: “Rêber Apo bi gotina: ‘Xweziya ez li Şengal’ê bûma’ daye nîşandan ku li ser axa ku koka kurdbûyînê lê şînbûyî, tovên jina azad lê mezinbûyî jiyan kirin, hinase girtin xwedî kelecan, zewqekê mezin e û hesreta mezin ji bo vê jiyan dike. Di heman demê de piştî sed, hezar salan şûnde li ser van axan bi têkbirina fermanan ve coş û kelecana înşakirina demokrasî, azadî û edaletê diyar kiriye.  Hûn jî wek jinên wan axan, hem ji bo xwe hem ji bo civakê hem jî ji bo xwestek û hesretên Rêber Apo, pêwîst e pergala Xweseriya Demokratîk xurt bikin, şoreşa jinê mezintir bikin û hemleya azadkirina êzîdxanê pêk bînin. Wek KJK em kongreya we li ser vê esasê silav dikin, biryarên Kongreya we yên ku wê ji azadî û serkeftinên mezin re bibe wesîle, ji niha ve pîroz dikin.”

Kongre bi xwendina rapora kar û xebatên TAJÊ ya 3 salan berdewam dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar