Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Kongreya HDP’ê bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Rojava’ dest pê kir

3’yemîn Kongreya Asayî ya HDP’ê ya Stenbolê bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Rojava’ dest pê kir

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê bi dirûşma ‘Em bi hêvî û wêrekiyê xwe bi rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin’ 3’yemîn kongreya xwe ya asayî li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ya Kuçukçekmeceyê lidar dixe. Kongreyê bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Rojava’ dest pê kir. Beriya kongreyê destpê bike, hemû rêyên diçin salonê ji aliyê polîsan ve bi TOMA û maşîneyên zirxî ve hatin girtin. Polîsan li dora salonê bariyer danîn û salon dorpêç kir. Hemû kesên derbasî salonê bûn yek bi yek di lêgerîna polîsan re derbas bûn û ketin salonê. Lê tevî dorpêç û konteyên kontolê salon tijî bû.

Li salona kongreyê hevserokên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervîn Buldan, Hevberdevkên HDK’ê Gulistan Kiliçkoçyîgît û Sedat Şenoglu, Serokê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu û Ozlem Gumuştaş, Nûnerên EMEP, Mala Gelan, Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), TUHAY-DER, ANYAKAY-DER, ÎHD, Hewldana 78’an û gelek nûnerên rêxistinên demokratîk amade bûn.

Bênavber dirûşmeyên Rojava berz kirin

Li salonê bi hezaran kes amade bûn. Beşdarvan bi cilên herêmî tev li kongreyê bûn. Gelek malbat tevî zarokên xwe beşdarî kongreyê bûn. Ciwanan bênavber dirûşmên ku piştgiriyê didin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dirûşmeyên ‘Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ berz kirin. Piştî strana ‘Şervano’ li salonê olan da, bi hezaran kesan bi çepik û tilîlîyan dirûşma “Biji berxwedana Rojava” berz kir.

Beriya kongre dest pê bike hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) derketin ser dikê. Kongre bi stran û axaftinan didome. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar