Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Kongreya HDP’ê dest pê kir

Li Enqereyê 4’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê li Eywana Sporê ya Arenayê destpê kir. Beriya bijartina dîwanê axaftina vekirinê Cîgirê Hevserokên HDP’ê Azad Bariş kir û wiha got: “Îro em hevdîtinek pir watedar pêk tînin. Wê ev kongreya me ji her kesî re bibe bersivek xurt. Em silavê xwe ji her aliyê Kurdistan, Tirkiye û cîhanê re dişînin. Em carek din hemû hevrêyên xwe silav dikin. Em soz didin we dê HDP bi ser bikeve û gel bi ser bikeve.”

Piştî axaftina Bariş, ji bo kongreyê dîwan hat bijartin. Ji bo hevserokatiya dîwanê parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî û Parlmantera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari hatin bijartin.

Tiryakî û Hatîmogûllari axivîn û wiha gotin: “Em kongreya xwe di serdemek ku hemû azadiyên me û mafên mirovan bûne kangren pêk tînin. Feqîrî zêde dibe. Tundiya li dijî jinan zêde dibe. Di pirgirêka kurd de bêçareserkirin û tundrewî zêde dibe. Vê zîhniyeta ku pirsa kurd çareser nake, li dijî Iraq û Sûriyeyê şer daye destpêkirin û şer ji bo gelan rewa dibîne. Em wek gelan ne bêçare ne. Çare di hêza demokrasiyê û di yekitiya wan de ye. Hêz di sînerjiya ku bi afirîne de ye.

Silav ji berxwedêrên li Îmraliyê, Kandira û Edîrneyê û hemû berxwedêrên li zindanên li welat re. Silav û hezar silav li we.

Kongreya me wê hêvî û yekitiyê bi xwe re bîne.”

Di kongreyê de ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.

Kongre bi axaftina Hevserokên HDP’ê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan didome.

Hezar û 18 heb delegeyên tomarkirî yên HDP’ê hene. Delege rojek berê hatin Enqereyê. Wê îro di kongreyê de hevserokên HDP’ê û rêveberiya wê were bijartin. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar