Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Kongreya HDP’ê destpêkir-HAT NÛKIRIN

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar di 4’emîn Kongreya Awarte de diaxivin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 4’emîn Kongreya Awarte li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê li dar dixistin. HDP ku derheqê wê de doza girtinê hatiye vekirin û amadekariyan dike ku xebatên çalak di serdema nû de dewrî Partiya Çepên Kesk bike, li eywana kongreyê pankarta “Hêvî em in” hilayîst.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar di kongreyê de diaxivin.

‘Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina aştiyê ye’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di 4’emîn Kongreya Awarte de axivî û wiha got: “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda li ser aştiyê ye.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dest bi 4’emîn Kongreya Awarte  kir. HDP kongreyê li Navenda Bazirganiyê ya Cihanê li dar dixe. Endam û rêveberên HDP’ê li eywana kongreyê pankarta “Hêvî em in” vekirin. Kongre bi axaftinan didome. Derheqê wê de doza girtinê hatiye vekirin û amadekariyan dike ku xebatên çalak di serdema nû de dewrî Partiya Çepên Kesk bike.

‘Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser hemû nasnameyan e’ 

Di kongreyê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku têkoşîna wan, li zindanan, zeviyan, kolanan û her qadan didome û wiha got: “Em tu carî dest ji têkoşîna aştiya demokratîk bernadin. Heta ku pirsgirêka kurd çareser bibe em ê vê têkoşînê bidomînin. Em soz didin ku em ê tecrîdê bi têkoşînê bişkînin. Yê herî zêde di aştiyê de têkişoşe gelê me. tecrîda li ser Birêz Ocalan, tecrîda li ser aştî, gel û pêşeroja vî welatî ye. Tecrîda li ser Ocalan, tecrîda li ser hemû nasnameyan e. Ji bo parastina nasnameya hemû gelan em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji bo gelê roman, çerkez, laz, kurd, ereb, tirk û hemû gelên din em soz didin ku em têkoşînê mezin bikin. Em soz didin ku em ê her tem li cem têkoşîna karker û kedkaran cih bigirin. Em soz didin ku em ê dawî li qeyûman bînin. Em soza berxwedanê didin.”

Li dijî înkar û îmhayê divê em yekîtiya xwe xurt bikin’

Buldan bang li hemû kesan kir ku li dijî înkara kurdan her kes bibin yek û yekîtiyê xurt bikin û wiha lê zêde kir: “Li dijî înkar û îmhayê divê em yekîtiya xwe xurt bikin. Heta yekîtiya gelê kurd pêk bê em têkoşîna xwe mezin bikin. HDP partiya jinan e. Jinan gelek destkeftî bi dest xistin û têkoşînek mezin dide. Jin di her qadê jiyanê de dimeşin û dê rê û têkoşîna xwe berdewam bikin. Jin xwedî hêza ku tu kes nikare wan rawestîne ye. Em ê dirûşmeya Jin Jiyan û Azadî li her qadê cihanê bilind bikin û belav bikin.”

Ev têkoşîna bi rûmet dê teqez bi ser bikeve’ 

Buldan, da zanîn ku wê soz daye ku li gel jinan heta dawî têbikoşe û wiha berdewam kir: “Em çi bikin dîsa kêm dimîne. Nêzî 5 salin ez di vê partiyê de erka Hevserokatiyê dikim. Lê niha dema guhertin û veguhertinê ye. Dengê ku me di hilbijartinê de bi dest xist. Kêm e û têr nake. Me bi gel re civîn li dar xistin. Di encama van civîna de me biryar da ku em 4’emîn Kongreya Awarte pêk bînin. Ji bo hemû kesên piştgirî dan min ez heta dawî spasiyên xwe pêşkêşî wan dikim. Ev têkoşîna bi rûmet dê teqez bi ser bikeve. An azadî an azadî. Teqez em ê bi ser bikevin.

Sancar: Em ê rol û mîsyona xwe dewrî Partiya Çepên Kesk bikin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sîncar di 4’emîn Kongreya Awarte de axivî û wiha got: “Piştî 30 salên xebatên akademîk, min erka siyasetê da ser milê xwe. Ez niha erka Hevserokatiyê dewr dikim. Teslîmiyet tune. Meşa me didome.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dest bi 4’emîn Kongreya Awarte  kir. HDP kongreyê li Navenda Bazirganiyê ya Cihanê li dar dixe. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî û wiha got: “Armanca me hebû em negihiştin armanca xwe. Pişti hilbijartinan me soz dabû gelê xwe. Em ketin nava hewldanan ku em vê sozê pêk bînin. Me pêvajoya rexnedayîn û muhasebeyê kir.  Piştî muhasebe û rexnedayînê me dest bi vê kongreyê kir. Em ê rol û mîsyona xwe dewrî Partiya Çepên Kesk bikin. Lê di aliyê ruh de HDP dê her hebe.”

Em ê mezinbûn û têkoşîna hevpar derxin asta herî jor

Sancar, anî ziman ku ew ê xwe mezin bikin û wiha axivî: “Em neçar in xwe mezin bikin. Zilma zem, zor û tundiyê didome. Ji niha û şûnde em ê bi beşên cuda yên civakî û têkoşînên civaki re hevkariyên xwe berdewam bikin. Der barê guhertinê de gelek pêşniyar û rexne hene. Em ê hemûyan li ber çavan bigirin. Pêşniyar û rexne rê nîşanî me didin. Ji niha û şûnde em ê bêtir hişyar bin. Em li dijî gelên Tirkiyeyê xwedî berpirsiyar in. Em ê mezin bibin. Em ê bibin yek û mezin bibin. Em ê kêmasiyên xwe dînin ser masê û rêya xwe ji nûve ava bikin. Em ê mezinbûn û têkoşîna hevpar derxin asta herî jor.”

Aştî bi yekîtiyên mezin ên civakî pêk tê

Sancar, destnîşan kir ku ew ji bo aştî, demokrasî û edaletê ketine rê û wiha berdewam kir: “Armanca me ya sereke aştî bû. Em vê kongreya xwe diyarî Dayikên Aştiyê dikin. Ji bo têkoşîna Dayikên Aştiyê bigêje serkeftinê em vê kongreyê diyar dikin.  Dayikên me yên li Geverê jiyana xwe ji dest dan, di rêya zilmê de jiyana xwe ji dest dan. Em wan bibîr tînin. Em ê têkoşîna wan mezin bikin. Em vê kongreyê diyarî hemû dayikan û hemû kesên ji bo aştiyê têdikoşin dikin. Aştî bi yekîtiyên mezin ên civakî pêk tê. Em ê bi vîna mezin a yekîtiya civakî ava bikin. Em ê li Tirkiyeyê mînaka avakirina siyasetê pêş bixin. Em ê bibin mînaka siyaseta etîk û demokratîk.”

‘Ez erka xwe dewr dikim’

Sancar, da zanîn ku piştî 30 salên akademîk di 7’ê Hezîrana 2015’an de erka siyasî girt ser milê xwe û wiha bi dawî kir: “8 salin ez di nava siyasetê de me. Min hewl da ji bo aştî, demokrasî û edaletê tiştekî bikim. Piştre min erka hevserokatiyê da ser milê xwe. Niha ez erka Hevserokatiyê dewrî hevalek din dikim. Lê  dîsa wekî endamekî vê têkoşînê, ez ê ji bo gelê xwe têbikoşim. Em bi hevre ne. Ez ji niha de hevalê ku vê erkê bide ser milê xwe serkeftinê ji wan re dixwazim.  Teslîmiyet tune. Heta dawî têkoşîn heye. Ji bo hevalên li zindanê, hevalên li sirgûnê û her qadê kedê didin û li ber xwe didin em dimeşin. Serkeftin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar