Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Kongreya MEBYA-DER’ê: ‘Em ê xwedî li nirxên xwe derbikevin’

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê RIHA’yê Omer Ocalan di kongreya MEBYA-DER'ê de axivî û got: “Armanca me ya herî mezin azadiya Abdullah Ocalan e.”

Komeleya Çand, Yekitî û Piştevaniyê ya bi Malbatên di Derguşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) di tesîseke li navçeya Bajarê Nû ya Amedê de, bi dirûşmeya “Em bi rûhê 14’ê Tîrmehê xwedî li nirxên xwe derbikevin” 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Tevî gelek rêxistinên sivîl û endamên partiyên siyasî tev li kongreyê bûn. Kongre bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas di kongreyê de axivî û ev tişt gotin: “Em hêvî dikin ku mirov jiyana xwe ji dest nedin. Li ser malbatan listikên qirên tên lîstin û îşkence tên kirin. Di vê erdnigariyê de 3 cenazeyên me xistin gorekê de, cenazeyên me teşîr kirin, cenazeyen me bi qûtiyên kargoyê ji malbatan re şandin. Tevî hemû zextan em ê li nirxên xwe xwedî derbikevin. Ger ku deriyên zîndanan vekirî bana, birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bihata kirin dê pêvajo ewqas xerab nebana.”
Azadiya Abdullah Ocalan
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan jî di kongreyê de wiha axivî: “Helbet em di demeke zehmet de derbas dibin lê belê ev şert û merce ji yên zindana Amedê girantir nîn in. Ji têkoşîna hevrêyên me ya bêhempa zehmettir nîn e. Ev roje xwedî girîngiyeke dîrokî ne, ger ku em dest bidin destê hev em ê azadiya vî welatî bi dest bixin. Armanca me ya herî mezin azadiya birêz Abdullah Ocalan e.”
Ocalan destnîşan kir ku dixwazin kurdan bêstatû bihêlin û bertek nîşanî van hewldanan da. Ocalan nerazîbûna xwe nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînaya da û got: “Li çiyayên Kurdistanê kîmyasalê û çekên qedexe bikar tînin. Her roj sûîqestan pêk tînin û zorokê vî gelî qetil dikin.”
Hevserokê MEBYA-DER’ê Şehmus Karadag jî wiha got: “Bi salan e polîtîkayên asîmîlekirinê dixwazin gelê Kurd xelas bikin. Li dijî polîtîkayên wan ên qirêj, polîtîkaya me berxwedan e. Em bi tu awayî paş de gav navêjin.”
Ji Dayikên Aştiyê Murvet Demîr xwest ku xwedî li MEBYA-DER’ê were derketin.
Piştî axaftinan hilbijartin hate kirin û ji bo hevserokatiya komeleyê Mehmet Emîn Kiliç û Semra Akkoç hatin hilbijartin.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar