Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Kongreya mezin a HDP’ê û meşa mezin a siyaseta demokratîk

HDP di 3’yê tîrmehê de 5’emîn Kongreya xwe ya Mezin a Asayî li dar dixe. Beriya kongreyê hemû pêkhate, dînamîk û mekanîzmayên partiyê di nav danûstandinê de nîqaşan didomînin. Li 7 navendan kongreyên herêman tên lidarxistin. Piştre jî di 6-7’ê hezîranê de Konferansa Mezin dê bê lidarxistin. Piştî Konferansa Mezin pêvajoya Kongreya Mezin dest pê dike.

Di konferans û kongreyan de pêşniyaz, rexne, nêrîn û nirxandinên hatin kirin, dê xeta nû ya têkoşînê diyar bike û bibe helwest û beyana îradeyê. Stratejiya dema nû, dê di konferans û kongreyan de bi beşdariyeke mezin, bi nîqaş û danûstandinê bê diyarkirin. “Berxwedana Mezin, Serkeftina Mezin” ruh, dirûşm û motîvasyona vê pêvajoyê ye.

HDP partiyeke 10 salî ye û şahidiya gelek qonaxên dijwar ên Tirkiyeyê kiriye. Ji bo wê jî di qada siyaseta demokratîk de xwedî tecrûbeyeke giring e. Di dîroka siyaseta Tirkiyeyê de ji niha ve bûye aktoreke siyasî ya mezin. Bi îdia û siyaseta xwe bandor li ser gelek pêkhateyên Tirkiyeyê kiriye. Ji ber vê yekê, bi taybetî di 6-7 salên dawî de rastî astengkirin, reşkirin, zext û zordariyê hatiye û tê. Nêzikatiya li HDP’ê, parçeyekî nêzikatiya têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e. Armanca sereke ya van êrîşan astengkirina qada siyaseta demokratîk e.

Heta niha bi hemû rê û rêbazan, têkoşîna HDP’ê, mezinbûn û berfirehbûna HDP’ê nehat rawestandin. Meşa mezin a siyaseta demokratîk, ligel zext û zora faşîzmê, bi her awayî didome. Ji bo ku rê li ber wê meşê bigirin, bi kûmpasan, bi dek û dolaban, bi gefên girtinê HDP’ê dorpêç dikin. Hemû hêz û derfet ji bo astengkirina HDP’ê hatine seferberkirin. Hêz û potansiyela HDP’ê bûye kabûsa wan.

HDP hem mîrateya têkoşîna siyaseta kurd a 30 salan hem jî ya têkoşîna demokratîk, sosyalîst û azadîxwaz a gelên Tirkiyeyê ye. Ji bo wê jî di avakirina siyaseta nû ya Tirkiyeyê de rol û mîsyoneke  damezirîner a HDP’ê heye. Ev rol ne tenê îro her wekî din di 10 salên dawî de mîsyona sereke ya HDP’ê ye. Aqilê ku ev rol û mîsyon li HDP’ê bar kir, mifteya avakirina siberoja Tirkiyeyê jî nîşanî dewletê û gelên Tirkiyeyê da. Ji ber vê rol û mîsyonê, loma dixwazin HDP’ê bigirin. Bi operasyonên siyasî, bi rêbazên faşîzmê dixwazin HDP’ê bi sînor bikin, rê li ber potansiyela wê bigirin.

Di nav van şert û mercan de, HDP îro bi hemû mekanîzma û pêkhateyên xwe hewl dide ku rê û deriyekî nû ji bo siyaseta Tirkiyeyê veke. Ji bo wê jî pêvayoya kongreyan ji bo stratejiya dema nû ya HDP’ê gelek giring e. Encamên wê dê bandorê li ser gelek tiştan bike. Bi taybetî li hemberî polîtîkayên şer bihêzkirina têkoşîna aştiyê, li hemberî polîtîkayên zindan û tecrîdê, bihêzkirina têkoşîna edalet û azadiyê, li hemberî tengkirin û sînorkirina siyaseta demokratîk, bihêzkirin û berfirehkirina fikriyata HDP’ê, mijarên sereke yên kongre û kongreyan e.

Xeta 3’yemîn, riya 3’yemîn, avakirin û berfirehkirina tifaqa demokratîk, dê bibe armanca sereke ya siyaseta nû û mijara konferans û kongreyan. Li hemberî girtina HDP’ê, bihêzkirina HDP’ê dê bibe hemleya stratejîk li dijî êrîşan. Hemû xebat, amadekarî ji bo vê yekê ne.

Sala 2023’yan ji bo siyaset û siberoja Tirkiyeyê dê bibe saleke dîrokî. Hilbijartin dê ji bo gelê kurd û gelên Tirkiyeyê bibe wek referandûmekê. Di vê pêvajoya dîrokî de HDP dê konferans û kongreyan bike bingeh û têkoşîna xwe ya azadî, demokrasî û wekheviyê bi pêş bixe, hemû potansiyela xwe ya rêxistinî berfireh bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar