Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Kongreya neteweyî dê bibe dermanê hemû birînên Kurdistanê

Nûnerên partî û aliyên siyasî yên Kerkûkê diyar kirin ku dijminên kurdan di mijara tunekirina kurdan de hemfikirin. Nûneran destnîşan kir ku di dema ku êrîşên li dijî Kurdistanê ewqas giran bûn de tekane çareseriya hemû pirsgirêkan, lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ye

Erîş û dagirkeriya dewleta tirk a li dijî rojava û başûrê Kurdistanê berdewam in. Li dijî van êrîşan jî gelek derdorên cuda banga avakirina yekitiya neteweyî û lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dikin. Têkildarî mijarê nûnerên partî û aliyên siyasî yên Kerkûkê ji Rojnewsê re axivin.

Der barê mijarê de hevseroka Tevgera Azadî ya Herêma Kerkûkê Rêhan Hemadî anî ziman ku di dirêjahiya dîroka kurdan de li hemberî xaka Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê her tim çêbûne û wiha got: “Ji dema Safewî û Osmaniyan heta Peymana Lozanê û niha, her tim dijminan xwestine ku Kurdistanê parçe bikin. Bi vê yekê re jî xwestin gelê kurd bêvîn bihêlin.”

‘Dijmin di tunekirina kurdan de hemfikirin’

Di berdewamê de jî Hemadî diyar kir ku ew dibînin bê ka li Rojava çi diqewime û wiha pê de çû: “Dîsa li başûrê Kurdistanê çend herêm hatine dagirkirin. Dijmin û neyarên gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê jî di mijara tunekirina kurdan de hemfikirin. Çareseriya temamiya van pirsgirêkan û pêşîlêgirtina van êrîşan, lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ye.”

‘Dagirker ji nakokiyan sûd digirin’

Têkildarî mijarê berpirsyarê Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan ê Kerkûkê Şiwan Mihemed jî daxuyand ku dewleta tirk bi salane êrîşên xwe yên li dijî Kurdistanê didomîne û ev tişt anî ziman: “Niha jî xaka Kurdistanê dagir dikin. Dagirker ji nakokiyên di navbera kurdan de sûd werdigirin. Niha yek gotar û yek dirûşma kurdan girîng e. Ji ber dewleta tirk ji bo dagirkirina rojavayê Kurdistanê planeke stratejîk daniye û êrîşî başûrê Kurdistanê jî dike. Xwendina van hemû talûkeyan girîng e. Divê kurd bibin yek û bi yekdeng tevbigierin.”

‘Dagirkeran her tim êrîşî kurdan kir’

Berpirsyarê Navenda Hizba Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Resûl Reûf jî bi mijarê têkildar nêrînên xwe wiha parve kirin: “Piştî Peymana Lozanê Kurdistan di nava çar dewletan de hate parvekirin. Van dewletan her tim hêza xwe li dijî gelê kurd bi kar anî. Dewleta tirk niha jî êrîşî rojava û başûrê Kurdistanê dike. Bi taybet yekgirtin dermanê hemû derdên Kurdistanê ye.” KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar