Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

‘Kongreya neteweyî dê dawî li qeyranên siyasî û aborî bîne’

Destdirêjiya dewleta tirk a li dijî xaka başûr û rojavayê Kurdistanê bênavber didome. Ji ber van êrîşên dewleta tirk ji her du parçeyên Kurdistanê gelek sivîl tên qetilkirin û birîndarkirin.  Welatiyên Kîfrî ya Germiyaê têkildarî mijarê ji Rojnewsê re axivîn.

Der barê mijarê de aborînas Hecî Osman Elî diyar kir ku dewleta tirk bi êrîşên li dijî Başûr re dixwaze dahatên aboriyê yên Başûr desteser bike û wiha domand: “Lewma rojane sînorê Başûr derbas dike û sivîlên bêguneh qetil dike. Tevî êrîşan jî hizbên kurdan ji ber berjewendiyên xwe nikarin kongreya neteweyî li dar bixin. Li hêla din welatên derve jî dema karê wan bi me diqede, pişta xwe didin me. Êrîşî kurd û Kurdistanê dikin. Ev jî dike ku aramî û îstîkrara Kurdistanê têk biçe.”

‘Divê parlamento ji êrîşa hizban bê xelaskirin’

Bi domdarî jî Elî ev tişt anî ziman: “Ji bo em bikarin ji qeyrana siyasî û aborî xelas bibin, pêwîstiya me bi kongreya neteweyî heye. Divê parlamento ji bin êrîşa hizban bê derxistin. Ji bo sînorekî ji destdirêjiya welatên dagirker re deynin bixebitin û vê bikin xeta sereke.”

‘Yekdengiya kurdan dê dest û lingên dewleta tirk girê bide’

Têkildarî mijarê çalakvanê sivîl Kameran Mecîd jî wiha got: “Di vê pêvajoyê de lidarxistina kongreya neteweyî gelek girîng e. Lê belê bi plana welatên berjewendîxwaz ên weke Tirkiyeyê ev hewldan her car vala derdikeve. Yekdengiya kurdan dê dest û lingên dewleta tirk girê bide. Dê nekare wekî berê sînorê Başîr derbas bike û sivîlan qetil bike. Lê belê mixabin sîxurên kurd, ji bo cihên gerîlayên kurd nîşanî wan bidin, didin pêşiya cendirmeyên tirk. Heke xiyanet nebe, tu gumanên min nînin ku tirk nikarin destdirêjiyê li dijî xaka Kurdistanê bikin.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar