Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kongreya PYD’ê: Kurd ji bo çareseriyê xwedî roleke pêşeng in

Kongreya 8’emîn a PYD’ê ya ku partiya lokomotîf a Şoreşa Rojava ye, bi sirûda Ey Reqîb li bajaroka Rimêlan a Qamişloyê dest pê kir.

Kongreya bi şîara ‘Bi Yekitiya Demokratîk Em ê Dagirkeriyê Têk Bibin, Rêveberiya Xweser Pêşbixin û Sûriyeya Demokratîk Ava Bikin’ tê lidarxistin.

Ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran delege, endam û hemwelatî tev li kongreyê bûn. Di heman demê de nûnerên gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî jî, nûnerên Meclisa Sûriyeyê ya Demokratîk, TEV-DEM, nûnerên gelên kurd, ereb, suryan, asûr, ermen, tirkmen û çeçen jî tev li kongreyê bûn.

PYD’ê kongreya xwe ya beriya vê ya di 27-28’ê îlona 2017’an de li dar xistibû.

Di kongeyê de hevserokên PYD’ê Ayşe Hiso û Şahoz Hesen daxuyaniyeke hevpar dan û wiha gotin: “Salên tijî berxwedan û têkoşîn li bakur û rojhilatê Sûriyeyê derbas bûn, gelê herêmê berxwedaneke dîrok ji Efrîn heta Serêkaniyê û Girê Spî pêk anî û bi taybet di êrîşên dawî de ku mîna komployeke navdewletî li dijî îradeya gelên herêmê bû. Gelên herêmê komplo têk bir û tevahî mirovahî li derdora wê kom bû.”

Hevserokatiya PYD’ê destnîşan kir ku heger karibin bi ruhê bexwedana Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî berdewam bikin, rêxistina xwe xurt bikin, dê karibin destkefiyên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Sûriyeyê hatine bidestxistinê biparêzin û bingeha sîstema demokratîk ava bikin.

Hevserokatiyê di axaftina xwe de diyar kir ku PYD`ê bi têkoşîn û berxwendana di astên herî jor de gihîşt roja îro, gelek destkeftî bi dest xistin û diyar kir ku ew ê rêya berxwedanê dewam bikin, li derdora nirxên gel kom bibin û wiha domandin: “Bîrdoziya ku vîna gelên azad, hêviya pêşerojê û avakirina sîstemeke demokratîk li Sûriyeyê temsîl dike, modela li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye. Em baş dizanin ku ev tecrube rastî gelek êrîşan hat, bi taybetî jî ji aliyên dewleta tirk ve. Her wiha rejîma li pêşiya guhertinan girtî, hişt ku alozî kûrtir bibe. Hemû aliyan bi rêya çareseriyên leşkerî hewl didin bigihînin encamekê. Ji ber vê yekê çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê tenî bi tecrûbeya sîstema demokratîk a li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, pêkan e.”

Yekitiya neteweyî

Der barê yekkirina refa kurdî de jî hevserokan wiha gotin: “PYD’ê her tim banga yekitiya nîştimanî kir û beşdarî hemû hewldanên di vê derbarê de yên li ser astê Kurdistanê û Rojava bû. Her wiha em bang li hemû aliyan dikin ku di vê mijarê de berpirsiyarên xwe pêk bînin.”

Her wiha di daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya diyaloga bi Şamê re ji bo çareserkirina aloziya Sûriye û doza kurdî hat kirin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Me amadebûna xwe ji çareseriya siyasî re ragihand, lê belê helwesta hêzên heyî li Şamê çareseriyê asteng dike. Hewlestên ku dibêjin divê rewş vegerin wek beriya sala 2011`an, li pêşiya çareserkirina aloziyê û avakirina Sûriyeke azad, demokratîk û pirreng dibe asteng. Bêyî wê yekê û bêyî çareserkirina doza kurdî, aloziya Sûriyeyê çareser nabe. Kilîta çareserkirina aloziya Sûriyeyê, çareserkirina doza kurdî ye.”

Kongreyê pîroz kir

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîna Umer jî di kongeryê de axivî û lidar xistina kongreyê li delegeyan pîroz kir.

Umer diyar kirku ew di pêvajoyeke hesas re derbas dibin, hemû hêzên herêmî û navdewletî destwerdana kar û barên Sûriyeyê dikin lewma aloziya Sûriyeyê hem kûrtir dibe hem jî dirêjtir dibe.

Di axaftina xwe de Umer da zanîn ku Meclisa Sûriyeya Demoratîk ji ber projeyeke neteweyî-demokratîk e, nêrînên gelên Sûriyeyê di avakirina dewleta Sûriyeyê de esas digire û hewldana avakirina Sûriyeke nenavendî û pirreng dike. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar