Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kongreya Rêvberiya Xweser a Şengalê xeyalên dijmin di gewriya wan de hiştin

5’emîn Kongreya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi beşdariya 450 delege û mêvanan bi awayeke serkeftî hat lidarxistin. Ji Ewropa, başûrê Kurdistanê , Deşta Nînowayê û Şengalê civaka êzidî, dostên civaka êzidî, gelê ereb, nûnerên pêkhateyên Şengalê bi hemû reng û dengê xwe ve li kongrê kom bûn. Bihara Şengalê bi vê kongrê re geştir û rengîntir bû. Hemû beşdarên kongrê, dostên civaka êzidî, jin û ciwanên Şengalê  bi biryardariya serkeftina û avakirina Şengala xweser û azad tevgeriyan.

 ‘’Bi Xemla Nîsanê Şengalê Ava Bikin, Xweseriyê Mîsoger Bikin.’’

Dirûşmeya kongreyê , hedef û armancên esasî yên kongrê destnîşan dikir. ’Bi Xemla Nîsanê Şengalê Ava Bikin, Xweseriyê Mîsoger Bikin.’’  di hefteya Cejna Serê Nîsanê de, di destpêka sala nû de  ev kongire pêk hat . Weke tê zanîn, li gor bîr û baweriya Ezdatiyê, dinya di destpêka meha Nîsanê de hatiye afirandin, erd xweş bûye û gîha geş bûye. 5’emîn kongreya meclisê  jî di destpêka sala nû de fikir, dil, hêvî û biryardariya civakê geş û teze kiriye. Em dikarin bejin 5’emîn Kongre ji bo civaka Êzidî û gele Şengalê bûye destpêkeke nû di meşa azadî û xweseriya Şengalê de.

Bi kongreyê peyamên zelal dan 

Lidarxsitna vê Kongirê di vê  demê de gelek  peyamên zelal dide.  Di nehe de liser rêveriya xweser a Şengalê her wiha ji bo Şengalê vegerînin wek beriya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an gelek hewildan hene, her wiha ji bo Êzidî  û gelê Şengalê  ên ku ji nava kêliyên tinebûnê li ser peradîgmeya Rêber Abdulla Ocalan hev girtine û xwe birêve dibin dest ji doza xwe berdin, pilan û gerf hene.

PDK’ê li benda ketina rêvberiya xweser bû

Ev demek bû li Şengalê him ji aliyê İraqê  him jî ji alyê  rêvberiya xweser ve liser erdê  bêdengî hebû,  aliyên dijberî civaka Êzidî jî li benda  ketina rêvberiya xweser a Şengalê bûn û taybet PDK’ê wisa difikirî ku  rêvberiya xweser liber ketinê ye. Ji bo merheleya piştî rêvberiya xweser , ji aliyê Dewleta Tirk , dewleta Alman her wiha  PDK’ê  ve ji bo  gelê Şengalê îqna  bikin ew ne hewceyê rêvberiya xweserin amadekarî dihatin kirin . Liser vî esasî  PDK bi piştgiriya dewleta tirk a dagirker şev û roj li dijî Şengalê kar dike. Bi taybet di demen dawî de hewl didin Peymana 9’ê Cotmehê careke din bixin meriyetê. Ji bo van hedefên xwe yên qirêj, dixwazin Meclîsa Ruhanî û Saziya Mîrîtî jî bikar bînin. Bi destê hin kes û aliyan hewl didin li dijî meclîsa gel, meclîsek ku di berjewendiya dijminên civaka Êzidî de ye ava bikin.

Kongreyê xeyalên dijmin di geruya wan de hiştin

Ew li ser planên xwe berdewamin. Rêvberiya Xweser  bi gavên mezin ber bi xweseriyê ve dimeşe,  him di aliyê parastin û him jî di aliyê rêvebirina civakî de. Di nava meha Nîsanê de yekemîn Konfirensa Asayîşa Êzdîxanê ku Îraq û PDK’ê  wek astengiya herî mezin a liber pêkanîna  Peyîmana 9’ê Cotmehê pênase dike û 5. Kongireya Meclisê bersiva hemû pilanên veşartî ên  liser Şengalê  da. Di esas de  xeyalên dijmin ê ji bo  Şengalê  di gerûya  wan de hiştin.

Gelê Şengalê derbeyên  mezin li dijmin dan

Eger em rewşa Şengalê a  salekê bi kurtî bînin ziman lideraxstina 5. Kongira Meclisa Xweser a Şengalê her wiha Operesyona Yekîneyên Tayibet ên YBŞ’ê li dijî endamên MÎT û Parastinê dabû despkirin  ku di encamê de gelek kesên îxanetkar hatimn girtin, Dû derbeyên mezin bûn li pilanên wan ê  tesfiyekirine rêvberiya xwer dan.

Di kongirê e Peyamên girîng   

Emê balê bikşînin ser dû peyamên  esasî ku hêviyeka emzin ji bo pêşe roja Şengalê didin  xuyakirin. Kongira Netewî a Kordistanê (KNK)  di peyama xwe  ji bo kongira 5. a meclisa xweser  de  got ‘ ‘ ’Şengal rûmeta Kurdistanê ye. Em dibêjin berxwedana Şengalê berxwedana me ye. Em hêza xwe ji berxwedana jinên Êzidî digirin. Me xwe ji Fermana Reş xilas kir lê îro em rastî Fermana Spî tên. Lazim e em vê bibînin û li hemberî vê jî têkoşînê bikin.

 ‘Civaka Êzidî ber bi azadiyê dimeşe’

Her wiha Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî da diyakirin  : ‘’Ji bo gelê me karibe biryara xwe, bi zimanê xwe, bi baweriya xwe xwe birêve bibe bedelekî mezin hate dayîn, berxwedaneke bêhempa hate meşandin. Di encama vê berxwedan û tekoşînê de, îro gelê me yê Ezîdî bi bîr û bawerî, bi bîryarî, bi hêz û bi zanebûn ber bi azadiyê ve dimeşe. Em bawer in ku gelê me yê Êzîdî wê bi vê hêvî û baweriyê cihê xwe di heqîqeta dîrokê de bigire.’’

Di van peyaman de ji her kesekî re hate diyakirin ku wê tu kes nikaribe  destê Êzidiyan ji meşa wan a ber bi Azadiyê ve qut bike  û bedel çi  dibe bila bibe ewê Êzidî bigehin mafê xwe ê jiyana Azad.

Nûçeyên Têkildar