Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Kongreya Star bang kir: Careke din rabin ser pêyan

Kongreya Star bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da û bang li hêzên alîgirê aştî û demokrasiyê û rêxistinên jinan kir ku li dora berxwedanê bicivin û careke din rabin ser pêyan

Navenda Nûçeyan |

Di sala 2014’an de dema êrîşa hov a çeteyên DAIŞ’ê li dijî Kobanê dest pê kir, bi dehan şervanên YPG, YPJ’ê li hemberî êrîşan berxwedaneke dîrokî raber kirin. Bi dehan gelên welatên Asya, Ewropa û Amerîka Latîn bi hevbendiyeke enternasyonalîst piştgirî dan wê berxwedanê û Roja 1’ê Mijdarê wekî Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê ragihandin.

Têkildarî mijarê Kongreya Star daxuyaniyek da û ev  tişt parve kir:

“Kongreya Star bi boneya 1’ê Mijdarê salvegera heftemîn a Roja Kobanê ya Cîhanê pêşwazî dike. 7 sal berê Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat dorpêçkirin û êrîş kirin. Rewş bêhêvî dixuya lê berxwedana bêhempa ya gelê Kobanê bi taybetî jinan bandorek mezin çêkir. Beşek din a berxwedanê li derveyî Kobanê pêk hat, gel û hêzên demokratîk ên li çar aliyê cîhanê ji bo piştgiriyê bidin berxwedanê rabûn ser pêyan. Berxwedana lehengî ya şervanên YPJ û YPG’ê û desteka ji çar aliyên cîhanê bû destpêka bidawîbûna DAIŞ’ê. Ev ne tenê serkeftina Kobanî, serkeftina hemû cîhanê bû li hember terora DAIŞê ku metirsiyeke cîhanî ye. Her wiha maskeya derewîn a dewleta tirk û piştgirî ya ji DAIŞ’ê re aşkera bûn. Dewleta tirk hêvi dikir ku DAIŞ bi ser bikeve û Kobanê û tevahiya Rojava ku qada şoreşa jinan e bixe bin kontrola xwe û sîstema demokratîk û piralî ya li wir hatiye avakirin têk bibe.

Jin û YPJ’ê di parastina Kobanê de roleke pêşeng lîstin, weke Arîn Mîrkan ku di nava çeteyên DAIŞ’ê de xwe teqand da ku pêşî li pêşveşûna wan bigire û rêhevalên xwe xelas bike. Bi çalakiyên xwe yên milîtanî û wêrek bû sembola berxwedanê. Çalakiya wê di têkoşînê de bû xala serkeftinê. Kobanê hat rizgarkirin û bajarê wêrankirî ji aliyê gel ve ji nû ve hat avakirin.

Têkçûna DAIŞ’ê û serkeftina YPG û YPJ’ê ji bo dewleta tirk bû birîneke kûr.

Ji ber vê yekê dewleta tirk hewl dide ku tiştê DAIŞ’ê li herêmê nekarî pêk bîne, bi xwe pêk bîne û êrîşî Kobanê dike. Êrîş û gefên Tirkiyeyê yên ji bo dagirkirina Kobanê gelek tund in.

Di 23’ê hezîrana 2020’an de li Halincê di êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta tirk de 3 rêhevalên me, 3 endamên Kongra Star, 3 jinên ku jiyana xwe bi têkoşîna ji bo mafên jinan û demokrasiyê de derbas kirine şehîd bûn. Ev komkujî asta hovîtiya dewleta tirk û êrîşên wê yên hedefkirî yên li ser jinan nîşan dide. Tişta ku em îro dibînin şahid bi gef û hewlên dagîrkirina hermên me û êrîşa bi firokeyên bê mirovan li ser sivîlan, ne tiştekî din e ji bilî hewldana tolhildana DAIŞ’ê û têkbirina îradeya û moralê gel.

Berxwedana li Kobanê û tevahî bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji ber gef û êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî gelê sivîl berdewam dike. Di vê rojê de em bang li hemû hêzên demokratîk û aştîxwaz û hemû rêxistinên jinan ên cîhanê dikin ku li dora berxwedanê kom bibin û ji bo têkbirina hêzên faşîst, dîktator û bavikslar careke din rabin ser pêyan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar