Kongreya Star li navçeya Til Hemîsê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê hêvî kir ku di navbera hemû gelên cîhanê de û li bajarê Efrînê aramî û aştî pêk were
Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji raya giştî re daxuyaniyek da.
Endamên Kongreya Star, endamên saziyên civaka sivîl li navenda navçeyê kom bûn û pankartên bi nivîsa ‘Xak û rûmeta xwe biparêzin û dagirkeriyê û DAIŞ`ê têk bibin’ hildan. Daxuyanî ji aliyê rêvebera Kongreya Star Coza El Hasûd ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku şer, rûxandin, koçberkirin û binpêkirin zêde bûne û hêviya aştî û aramiyê ji bajarê Efrînê re hat xwestîn.
Kongreya Star di dawiyê de hêvî kir ku aramî û aştiyê di navbera hemû gelên cîhanê de û li bajarê Efrînê pêk were û serokê neteweya demokratîk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. QAMIŞLO