Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Kongreya Star dayika Ûveyş bi bîr anî

Koordînasyona Kongreya Starê dayika Rêber Abdullah Ocalan di salvegera wefata wê de bi bîr anî

Navenda Nûçeyan |

Îro 28‘emîn salvegera wefata dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Ûveyş Ocalan e. Di vê çarçoveyê de Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Kongreya Starê wiha ye:

“Dayika Ûveyş mînaka jina bihêz e ku serî ji zilmê re netewand. Zarokên xwe li ser vî esasî xwedî kirin. Ji me re mînaka serbilindiyê ye. Ji ber ku rêya ber bi azadiyê ve ji me re ronî kir. Ew bû ku rêberê mezin anî dinyayê, xwedî kir û mezin kir ku bi saya wî em bi azad dijîn.

Rêber Abdullah Ocalan dayika xwe wek xwedawendekê pênase kiriye. Em serfiraziya xwe tînin ziman ku kesayetek ku têkoşîna rizgariya Kurdistan û cîhanê bi rê ve dibe, anî dinyayê.

Rêber Abdullah Ocalan ji hêza dayika xwe sûd wergirt û ji xwe re kir çavkaniya hêza şoreşa jinan ku ji bo wê têdikoşe.

Dayik mamoste, perwerdekar û rewşenbîr e. Ji ber wê dema rêber Abdullah Ocalan behsa jiyana xwe dike kesayeta dayika xwe bi bîr tîne û di kesayeta dayika xwe de kesayeta jinên bihêz û rêveber şîrove dike.

Em wek Koordînasyona Kongreya Star dayika Ûveyş û hemû dayikên aştiyê bi bîr tînin û rehmet li giyanê wan be. Wan rêberên ku bi saya wan jin û gelên herêmê hatin rizgarkirin, anîn dinyayê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar