Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Kongreya Star ji bo rakirina tecrîdê bang li cîhanê kir

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Kongreya Star a Taxa Şêxmeqsûd daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqê, kesayetên serbixwe û aştîxwaz hat kirin ku ji bo berdana Ocalan zextê li dewleta tirk bikin

Dewleta tirk ji roja destpêkê ya dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta niha bi awayeke bi rêk û pêk li ser Ocalan tecrîdê dimeşîne. Bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, Buroya Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi tevlêbûna hemû endamên buroyên jinan ên meclisê taxê û partiyên siyasî daxuyaniyek da.

Daxuyanî li ber Buroya Meclisa Sûriyeya Demoratîk (MSD) a Şêxmeqsûd a rojhilat hate dayîn. Daxuyanî ji hêla rêvebera Buroya Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Selwa Mihemed ve hate xwendin.

‘Armanca tecrîdê felckirina Tevgera Azadiyê ye’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev zêdetirî  20 salan in ku hikûmeta dewleta tirk li ser Ocalan tecrîd ferz kiriye û ev tişt hatin parvekirin: “Bi vê yekê dixwazin gelê berxwedêr ê ku hêz, fikr û felsefeya xwe ji Rêber Apo digire, ji Rêbertiyê dûr bixin. Di heman demê de nahêlin parêzerên Ocalan û desteya HDP’ê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Armanca bingehîn a tecrîdê felckirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û şikandina berxwedana gelê me ye.”

Bang li cîhanê kirin

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Lê fikra Ocalan di nava tevahî gelên azadîxwaz, demokratîkxwaz û di nava gelên ku azar ji pergala dewletê kişandin de belav bûye. Di dawiyê de em bang li rêxistinên hiqûqî, kesayetên serbixwe û aştîxwaz dikin ku bi erkên xwe li hemberî rêberê neteweyî rabin û zextê li hikûmeta dewleta tirk bikin da ku Ocalan serbest berdin.” HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar