Kongreya Star di çarçoveya rêzeçelakiyên xwe yên bi dirûşma ‘Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAIŞ’ê têk bibe’ de li taxên Helebê belavok belav kirin
Di çarçoveya rêzeçalakiyên Kongreya Star a bi dirûşma ‘Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAIŞ’ê têk bibe’ de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê belavok hatin belavkirin. Hemû endamên komunan beşdarî pêngavê bûn. Belavkirina belavokan ji taxa Xerbî dest pê kir û heta taxa Eşrefiyeyê jî berdewam kir.
Di belavokê de wiha dihat gotin: “Em hebûn, çand, ziman, nasname, jiyana azad û hevbeş, aşitiya gelan, vîna azad, rêxistina jinê, dewlemendiya çand û hunerê diparêzin. Gef û şerê dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li hemberî Rojava û tevahî herêmên xweseriya demokratîk ên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye. Li hemberî van gefan di 8’ê tebaxa 2019’an de Kongreya Star pêngava xwe ragihand.”
Rêzeçalakiyên Kongreya Star bi çalakiyên cur bi cur berdewam dike. HELEB