Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Kongreya Star qetilkirina hevserokên jin şermezar kir

Kongreya Star li seranserî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina qetilkirina  Hevseroka Meclisa Bajarokê Til Şayir a navçeya Deşîşa ya Kantona Hesekê Sada Feysel  El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr, li gelek herêman daxuyanî da

Navenda Nûçeyan

Hevseroka Meclisa Bajarokê Til şayir a navçeya Deşîşa li Kantona Hesekê Sada Feysel  El-Hermas û Cîgira Hevserokatiya Meclisê Hind Letîf El-Xidêr ji aliyên kesên nasnameya wan ne diyar ve hatin revandin û qetilkirin. Têkildarî mijarê Kongreya Star li seranserî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina qetilkirina herdu jinên ereb daxuyanî da.

Şeva înê Hevseroka Meclisa Bajarokê Til Şayir a navçeya Deşîşa li Kantona Hesekê Sada Feysel El-Hermas û Cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr hatin revandin û qetilkirin. Têkildarî bûyerê Kongreya Star a Kantona Hesekê daxuyanî da. Daxuyanî bi tevlibûna endamên saziyên civaka sivîl, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Endamên Kongreya Starê ve  hat dayîn. Daxuyanî li qada Ethro ya Sûriyana ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Şukriya Mihemd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de Kongreya Star bal kişand ser rola û têkoşîna jinan û wiha got: “Rola jinan di hemû qadan de, ji berhemên şoreşa rojavayê Kurdistanê û pêkanîna projeya netewa demokratîk li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derket pêş. Jinan di şoreşa rojavayê Kurdistanê de û di pêkanîna vê projeyê de pêşengtî kir û ji bo azadiya civakê canê xwe feda kirin. Îro kiryarên ku li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên meşandin, jê komkujiya Til Rifeatê, êrîşên li ser Eyîn Îsa û Til Temir, hedefgirtina jinan em ji Hevrîn Xelef û Dayika Eqîde, Zehra  bigirin û heta qetîlkirina Hind û Sada, yek armancê dide diyar kirin. Kuştina herdu jinan tê wateya ku dijmin ji serkeftina projeya Netewa Demokratîk li herêmê û rola jinan bi hêrs e. Li dijî van kiryaran em tu carî gavê paşde neavêjin, em bi şehadeta van têkoşeran israra xwe ya di azadiya zêdetir bikin.”

Daxuyanî bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû.

Li Helebê daxuyaniya şermezarkirinê

Kongreya Star a bajarê Helebê qetilkirina her du jinan şermezar kir. Daxuyanî li pêşiya navenda Kongreya Star a taxa Şêx Meqsûd bi tevlibûna bi dehan endamên sazî û dezgehên sivîl hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star a bajarê Helebê Valantîne Ebdo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi van kiryaran dixwazin derbeyeke li pergala jinan bixin, jinan ji doza azadiyê vegerînin û wiha got: “Em weke Kongreya Star soz didin ku em ê rêya wan şehîdan bişopînin, heta em xeyalên wan pêk tînin.”

Kongreya Star a Efrînê

Li dijî siyaseta hedefgirtina jinan a Sûriyeyê Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê li navçeya Ehdas daxuyanî da. Daxuyanî li navçeya Ehdas bi tevlibûna bi dehan endamên Kongreya Star hat dayîn. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Komkujiyên ku îro li ser jin û sivîlan  pêk tên, armanc jê çewsandina fikra demokratîk e. Hêzên desthilatdar li pêşiya azadiya jinan dibin asteng û bi hemû cureyên hovîtiyê vîna jinan hedef digirin. Hovîtiya dewleta tirk di hedefgirtina jinan de pir aşkera xwe dide der, di heman demê de jî dixwazin her mirov bi tirs bijîn. Êrîşên li ser bajarokê Til Rifeatê  ku di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 sivîlên din ji pêkhateyên ereb û kurd birîndar bûn, peyama têkbirina wehkheviya gelan e. Vîna jinan bi van kiryarên dijmirovî nayê şikandin û ji bo azadiya tevahî jinan em ê li qadan bin.”

Kongreya Star a Herêma Firatê

Bi dehan jinên Kantona Kobanê û bajarokê Sirînê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Partiyên Siyasî, HPJ-Jin,Komeleya mafên mirovan, Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Malbatên şehîdan û bi dehan ji Endamên Rêxistina Kongreya Star, Mala Jin û Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li Ser Jinan, li qada Jina Azad kombûn û li dijî qetilkirina Hevseroka Meclisa bajarokê Deşîşa Sada El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xêdêr daxuyanî dan. Jinan di daxuyaniyê de ev tişt anîn ziman: “Hevseroka Meclisa bajarokê Deşîşa Sada El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr ji aliyê hişmendiya mêrê serdest ve hatin hedefgirtin. Ev ne cara yekemîn e ku kuştina bi vî rengî ya li dijî vîna jinên têkoşer û azad diqewime. Mîna vê yekê jî hedefgirtina Sekertera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşeroj Hevrîn Xelef, yadê Eqîde, Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û yadê Emîne, pêk hatin. Her wiha ev qetilkirin weke komkujiya Parîsê û Silopyayê ye. Armanca dijmin ew e ku projeya Netewa Demokratîk di kesayeta jinên têkoşer de tune bike. Armanc girtina rêxistina jin ji aliyê hişmendiya desthilatdar a netew-dewletê ye ku di azadbûna jinan û gelan de xeteriyê li ser pergalên xwe yên hegomonîk dibînin. Ji ber wê hemû rêbazên têkbirina projeya azadî, wekhevî, yekitiya gelan û şoreşa rojavayê Kurdistanê bi kar tînin. Em weke Rêx,stina Kongreya Star û jinên ji Kantona Kobanê cînayeta hovane şermezar dikin û ji saziyên pêwindîdar, rêxistinên mafên mirovan daxwaz dikin ku bi erka xwe rabin û li pêşiya komkujiyên bi vî rengî bigrin. Em dibêjin hûn ê nikaribin bi van kiryaran vîna me bişkînin, em soz didin jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku em ê rêya têkoşerên xwe bişopînin û armanca wan bi cih bînin.”

Daxuyanî bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar