Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Kongreya Star qirkirina Şengalê şermezar kir û banga têkoşînê kir

Navenda Nûçeyan |

Kongreya Star bi boneya salvegera 6’emîn Fermana 73’yan a Şengalê daxuyanike nivîskî weşand û banga têkoşînê kir.

Kongreya Star diyar kir ku hişmendiya DAIŞ’ê bi destê dewleta tirk bi rengekî aşkera êrîşên xwe yê li ser Şengal, Rojava, Bakur û Başûr didomîne û wiha got: “Wekî ku tê zanîn di 3’yê Tebaxa 2014’an de li ser êzidiyên Şengalê dagirkerî û çeteyên DAIŞ’ê xwestin fermana qirkirina çandî pêk bînin û fikir û felsefeya ezdayîtiyê ji holê rabikin. Ji ber ku ev fikir û felsefe bingeha dîroka berxwedanî, xweparastin û cewherê Zerdeştiyê ye. Di heman demê de ev ferman, îfadeya li dijî avakirina sîstema netewa demokratîk dide diyarkirin. Ji bo wê jî dixwazin bi rêya ferman û êrîşên qirkirinê ve, hêza gelên berxwedêr û demokratîk îmha û înkar bikin û desthilatdariya xwe li ser hemû gelên bindest bidin berdewam kirin.”

‘Bi qirkirina jinan xwestin ku civakî bikin kole’

Kongreya Star di daxuyaniyê de got ku armanca pêşî ya qirkirinê ew bû ku civakê bikin kole û azadiya wan tune bikin û wiha domand: “Li hemberî vê fermana herî dawî ya ku li ser êzidiyên Şengalê pêk hatibû, hemû dinya û raya giştî jî bêdeng man û xwe ker kirin. Encama vê fermanê de bi hezaran şengalî ketin destê DAIŞ’ê û bi hezaran jinên êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û li bazaran weke kole hatin firotin. Gelek mirovên herêma Şengalê jî birîndar bûn û hatin kuştin. Bi hezaran mirovên heremê ji ber vê fermanê dev ji axa xwe berdan û mecbûrî koçberiyê bûn. Ev yek jî dide xuyakirin ku armanca yekemîn ew e ku bi qirkirina jinan ve civakê bikin kole û azadiya wan tune bikin.”

‘Hêzên HPG, YJA-Star, YPG, YPJ’ê korîdora azafiyê vekirin’

Bi vê rêyê ve, xwestin qetliyamê pêk bînin lê belê, ev plan û projeya dagirker û hevkarên îxanetkar bi ser neket û hate pûçkirin. Li hemberî vê fermanê; Hêzên HPG, YJA-Star, YPG-YPJ’ê hewariya wan de çûn û korîdora azadî û rizgariyê vekirin û hemû gelên êzidiyên li Şengalê gihandin warên ewle. Di encamê de Şengal ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Piştgiriya azadî û demokrasiyê û biratiya gelan xwedî çand û baweriyên cûda, li herêma Şengalê careke din xwe li hemberî dagirkerî û koletiyê, zindî û rêxistin kir.”

‘Divê jin û ciwan bi hev re li dijî dagirkeriya tirk têbikoşin’

Her wiha Kongreya Starê bal kişande ser dagirkeriya tirk û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Dîsa îro bi heman feraset, ji aliyê dewleta tirk ên faşîst û dagirker ve, li ser bakur-rojhilatê Sûriyeya demokratîk û hemû perçeyên Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê xwe berdewam dikin. Divê em li hemberî tehdîdên li ser Şengalê û plana dagirkirina bakur-rojhilatê Sûriyeyê, di pêşengtiya jin û ciwanan de, hemû gel bi hev re têbikoşin û li ber xwe bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar