Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Kongreya Star tevî êrîşan jî di sala 2019’an de xebatên girîng kirin’

Endama Desteya Rêveber a Kongreya Star Hîva Erebo da zanîn ku tevî hemû şert û mercên giran û êrîşan jî, Kongreya Star di sala 2019’an de bi rêbazeke baş karên xwe meşand. Erebo diyar kir ku vegera şêniyên Efrînê ya li warên xwe, birêxistinkirina civakê, perwerde, xurtkirina xweparastinê û avakirina kooperatîfan çend karên wan ên esasî bûn û di vê mijarê de jî gavên baş avêtine

Endama Desteya Rêveber a Kongreya Star Hîva Erebo sala 2019’an ji aliyê karên jinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF’ê bi Nesrîn Denîz re nirxand.

Hîva Erebo anî ziman ku li gel zor û zehmetiyên giran ên nava salê, her wiha êrîşên dagirkeriyê ku hîn jî dewam dikin, Kongreya Star bi rêbazeke baş karên xwe meşand û li nava gel belav kir. Erebo destnîşan kir ku li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê, Kongreya Star asta xwe ya rêxistinbûnê bilind kir û wiha domand: “Salal 2018’a jî ji bo me zehmet derbas bûbû. Ji ber vê yekê di çarçoveya armancên ku me ji bo sala 2019’an danîn pêşiya xwe û piştî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê, me di asta sereke de hewl dan têkoşîna jinan a li Efrînê û berxwedana gel xurt bikin.”

‘Yek ji karên me yên esasî vegera gelê Efrînê ya li warê xwe bû’

Di berdewamê de jî Erebo anî ziman ku di heman demê de karên ji bo vegera gelê Efrînê li warê xwe yek ji armancên wan ên sereke bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her wiha plan û armanc hebûn ku li qadên din ên kar ên li nava gel cih bigirin û pêşengiyê bikin. Mirov dikarin bêjin ku Kongreya Star di asteke girîng de kar kir. Bi berxwedana hevala Leyla Guven re hêrsa jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî dagirkeran û mejiyê baviksalariyê hem li herêmê hem jî li cîhanê zêde bû.”

Xebatên hatine kirin

Bi domdarî jî Erebo bi lêv kir ku di sala 2019’an de bi dirûşma ‘Bila jinên bêrêxistin nemînin’ li her deverê çalakî hatin kirin û wiha domand: “Di 3 mehên destpêkê yên salê de li dijî înkarkirina nasnameya jinê û tundiya li jinê tê kirin, bi berfirehî çalakiyên cuda pêk hatin. Her wiha Kongreya Star ji bo rêxistinbûna jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saziyên jinan re di nava têkiliyê de bû. Karekî ji bo tevahiya Sûriyeyê hate meşandin. Ji bo birêxistinkirina jinan û xwegihandina jinên li herêmê hemûyan li gelek cihan panel û komxebat hatin kirin.”

‘Hîmê bîngehîn ê rêxistinbûnê karên civakî bû’

Erebo ragihand ku Kongreya Star ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê bi taybetî jî yên jinan, rêxistinbûna xwe li ser du esasan meşand û wiha pê de çû: “Hîmê bingehîn ê rêxistinbûnê karên civakî bû. Her wiha li qadên aborî, siyasî, dîplomatîk û perwerdeyê jî kar tên kirin. Kongreya Star cihê xwe di nava karên perwerdeya civakî de girt. Li aliyê din, ji bo xurtkirina rêxistinbûna jinê li nava karên xweparastinê, karê xweparastina jinê dimeşîne.”

‘Girîngiyeke mezin me da perwerdeyê’

Hîva Erebo diyar kir ku Kongreya Star di nava salê de bi girîngiyeke mezin li ser karê perwerdeyê rawestiya, gav avêt û wiha derbirî: “Bi hezaran jin li akademiyan hatin perwerdekirin. Karên akademiyên xweser jî hebûn. Her wiha li gelek herêman bi pêşengiya jinan karê perwerdekirina mêran jî hate kirin ku ev yek ji bo me gaveke nû bû. Ya rast, aşkera bû ku ji bo çareseriya pirsgirêkên li nava civakê, bi taybetî bidawîkirina tundiya li jinê, li şûna perwerdekirina jinê divê mêr bên perwerdekirin. Lewma li gelek herêman ji bo mêran perwerde û semîner hatin lidarxistin.”

‘32 rêxistinbûnên kooperatîfan hatin kirin’

Herî dawî jî Hîva Erebo ev tişt anî ziman: “Di çarçoveya karên xweparastinê de em tev li karên asayîşê û xweparastina jinê bûn. Di nava salê de hişmendî û karê xweparastinê li nava jinan di asteke girîng de xurt bû. Yek ji qadên ku Kongreya Star xwe lê bi rêxistin kiriye jî, qada aboriyê ye. Di nava sala 2019’an de ji bo jinan 32 rêxistinbûnên kooperatîfan hate kirin. Karên Kongreya Star bi giştî li qada civakî dewam dike. Karên civakî di çend mehên dawî de ji ber şer bi giranî ji bo jinên neçar man koç bikin tê meşandin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar