Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Kongreya Star û TEV-DEM’ê êrîşa li ser Şengalê şermezar kirin

Kongreya Star û TEV-DEM’ê êrîşa li ser Şengalê şermezar kirin ku di encamê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel şehîd bû û sersaxî ji civaka êzidî re xwestin

Navenda Nûçeyan |

Têkildarî êrîşa dewleta tirk a dagirker a li ser Şengalê ku di encamê de Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel şehîd bû, Kongreya Star û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyeke nivîskî da û êrîşê şermezar kirin.

Kongreya Star di destpêka daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji destpêka şoreşa Rojava û avakirina statuya xweseriya demokratîk êrîşên dewleta tirk ranewestiyane û wiha got: “Heya vê kêliyê êrîşên wan berdewam dikin, pêşengên projeya rêveberiya xweser dikin hedefa êrîşên xwe. Her kes vê polîtîkaya dewleta tirk a dagirkeriyê, qirkirin û desteserkirinê dizane, ev êrîş jî her li ber çavên dinyayê tê kirin lê mixabin dema êrîş li ser gelê kurd û projeya wan pêk tên saziyên mafên mirovan û hêzên navnetweyî lal dibin.”

Kongreya Star îşaret pê kir ku êrîşa li dijî şehîd Yûsif Gulo û neviyên wî jî bi heman armancê pêk hatibû û wiha diyar kir: “Gelên Êzîdxanê yên ku bi biryara xwe bi rê ve bibin û êdî li hember qirkirinekê din xwe biparêzin, rêveberiya xwe ya xweser, artêşa xwe û asayîşa xwe ava kirin, îro dîsa bi qirkirinê re rû bi rû tên.

Eger îro ev êrîş di kesayeta şehîd Merwan Bedel Xwedêda de hat kirin, tê wateya ku dewleta tirk projeya rêveberiya xweser qebûl nake û bi her awayî metirsiyên wê hene ku fikirekî demokrat belav bibe û tevahî gelên azadîxwaz jî pêşengiyê jê re bikin, êdî bi van êrîşan dixwazin tirsê di dilê gel de çêkin.

Em êrîşa dewleta tirk a li ser Şengalê û armancgirtina hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda şermezar dikin, her wiha em hikûmeta başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê jî şermezar dikin ku ezmanê wê vekirî ye û di nava xwe baregehên dewleta tirk dihewîne û li beramber van kiryaran bêdeng e.

Dîsa em dibêjin şehadeta pêşengan israr û hêza me ji bo tolhildan û serxistina projeya rêveberiya xweser xurttir dike.

Sersaxî ji malbata şehîd Merwan Bedel Xwedêda û tevahiya gelên Êzîdxanê re.”

TEV-DEM: Aliyên peymana 9’ê Cotmehê berpirsên sûcên li Şengalê ne

Daxuyaniya TEV-DEM’ê de jî ev tişt hat gotin: “Dewleta tirk a faşîst a dagirker kêliyekê jî di polîtîkayên xwe yên qirêj û piştgiriya terorê de dudilî nebû. Duh li Rojava û îro li Şengalê komkujiyan li dijî silavan didomîne, bi awayekî terorî, bi balafireke bê mirov êrîş li dijî rêveberiya civaka me ya êzidî ya Şengalê pêk anî, komkujiyeke hovane li dijî malbata hevserokê Rêveberiya Xweser şehîd Merwan Bedel (Dijwar Feqîr) pêk anî û du zarokên wî bi giranî birîndar bûn. Ev yek bi rêya sîxur, xayîn û dijminên mirovahiyê pêk hat.

AKP’ê ya terorîst sûcên xwe di firehkirina çarçoveya şerê xwe de îsbat kir û hemû derfetên xwe li hemberî îradeya gelan, bi taybet li hemberî civaka êzidî û kurd bi giştî bi kar tîne, bi domdarî kesayetên fermandar ên êzidî yên li Şengalê dike hedef, destê wê dirêjî zarokê êzidiyan. Ev siyaseteke qirêj û plankirî ye armanc jê vîna civaka me lawaz bike û Şengal ji niştecihên wê vala bike, her wiha nehêle êzidiyên koçber ên li kampên başûrê Kurdistanê vegerin Şengalê, da ku di encamê de derfetê bidin terorîstên DAIŞ’ê careke din vegerin. Faşîzma Tirkiyeyê ya sûcdar û tirsonek bi van êrîşan dixwaze zextê li civaka me ya êzidî bike da ku siyasetên xwe, desthilata xwe ya derexlaqî ferz bike û vîna êzidiyan bişkîne. Lê ne mumkin e ku vîna wan were şikenandin, ji ber êzidî bi dîrok, çand û nirxên xwe ve girêdayî ne. Li dijî êzidiyan 73 fermanên bi xwîn pêk hatin lê êzidî tune nebûn. Civaka êzidî îro ji berê bêtir bûye civakeke xwedî vîn û israra ber bi avakirina civakeke êzidî ya azad ve.

Em Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM dibînin ku aliyên ku peymana 9’ê Cotmeha par îmze kirine berpirsên van êrîşan in ku di têkbirina vîna êzidiyan de bi israr in. Her wiha civata navneteweyî berpisyar bidawîkirina van êrîşên Tirkiyeyê yên karesetî yên li dijî vîna gelên herêmê dibînin ku çavê xwe li êrîşên hewayî yên dewleta tirk a dagirker ên li ser Şengalê girtiye bêyî pêkhateyê aştiyane û civaka sivîl di ber çavan re derbas bike.

Em bang li civaka me ya kurd û êzidî dikin ku li ser yekkirina hewlestên exlaqî bi israr bin, li her deverê li hemberî siyasetên qirêj ên li dijî vîna civaka êzidî têkoşînê xurt bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar