Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kongreya TAJÊ’yê ya duyemîn destpê kir

Duyemîn kongreya TAJÊ bi ruhê rizgarkirina Şengalê destpê kir. Tevgera Azadiyê Jinên Êzidî (TAJÊ) bi rihê rizgarkirina Şengalê û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dirûşmeya ‘ Emê xwe ji fermanê biparêzin, azadiya jin û civakê mîsoger bikin’kongreya duyemîn li dar dixe.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî weke bersiveke fermanê di salvegera heftemîn a rizgarkirina Şengalê de kongreya xwe ya duyemîn li dar dixe û ji bo mezinkirina rêxistinbûna xwe gavên nû diavêje.

Di kongreyê de nêzî 250 delegeyên jin ên êzidî û ereb amadene, ji wargeha penaberan ya Mexmûrê jî wê jin tevlî kongreyê bibûna lê Iraqê rê neda delegeyên ji wargehê derbasî Şengalê bibin.

Kongreya li hola navçeya Sinûnê destpê kir, bi cilên jinên êzidî, dirûşmeyên berxwedaniya jinan hatiye xemilandin.

Kongre bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdan destê kir, piştre li ser navê TAJÊ’yê  Neam Ilyas dest bi axaftina kongreyê kir. Ilyas destpêkê xêrhatina hemû delegeyan bi taybet jî jinên ereb kir û got: “Em kongreyê û rizgarkirina Şengalê despêkê li şehîdan, gerîlayên HPG, YJA Star û hêzên Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin. Bi taybet jî em vê kongreyê li Rêber Apo pîroz dikin ku bi saya fikir û felsefeya wî em îro bi hêzin. Em bi vê kongreyê dixwazin dengê xwe bighînin hemû cîhanê. Fermanên li ser me bi dawî nebûne, îro bi hevkariya PDK’ê û êrişên dewleta tirk dewam dikin, lewma pêwîstiya me bi mezinkirina rêxistinbûnê heye.”

Piştî axaftina destpêkê, dîwanên kongreyê hatin hilbijartin, Kongra Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di van kêliyan de dewam dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar