4’emîn Kongreya YNK’ê di roja duyemîn de didome. Di kongreyê de rêziknameya navxweyî û mercên endambûnê Encumeniya Rêveberiya Giştî ya YNK’ê bi piraniya dengan hate erêkirin
4’emîn Kongreya Partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di roja duyemîn de li Silêmaniyeyê didome. Ji bilî dezgehên çapemeniyê yên YNK’ê, kongre ji çapemeniya din re girtî didome.
Li gorî medyaya YNK’ê, rêziknameya navxweyî ya YNK’ê û mercên namzetiyê ya ji bo Encumeniya Rêveberiya Giştî ya YNK’ê bi piraniya dengan hate erêkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Encumeniya Bilind a Siyasî ya YNK’ê duh di kongreyê de bi piraniya dengan hate hilbijartin û Kosret Resûl Elî jî weke serokê wê hate diyarkirin. Her wiha Dr. Berhem Salih, Dr. Rêwaz Fayeq û Qubad Talebanî jî ji bo endamên Rêveberiya YNK’ê hatin hilbijartin.
YNK di 1’ê hezîrana sala 1975’an de hate damezirandin. Heta niha 3 kongre li dar xistine. Beriya niha kongreya dawî di sala 2010’an de li dar xist. SILÊMANIYE