Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kongreya YNK’ê didome: Serok û cîgir dê piştî kongreyê bên hilbijartin

4’emîn Kongreya YNK’ê di roja 3’yemîn de didome. Berdevkê fermî yê YNK’ê Letîf Şêx Umer da zanîn ku hilbijartina endamên Encumeniya Rêveberiya Giştî ya YNK’ê dê îro temam bibe lê dê serok û cîgirên YNK’ê piştre ji hêla Encumeniya Rêveberiya Giştî ve bên hilbijartin

Çaremîn Kongreya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyeyê di roja 3’yemîn de didome. Di roja yekemîn a kongreyê de bi piraniya dengan Encumeniya Bilind a Siyasî hate hilbijartin û Kosret Resûl Elî jî weke serokê wê hate hilbijartin.

Li gorî çapemeniya YNK’ê, di roja yekemîn a kongreyê de Dr. Berhem Salih, Dr. Rêwaz Fayeq û Qubad Talebanî ji bo endamên Rêveberiya YNK’ê hatin hilbijartin. Tê payîn ku îro karê sereke yê kongreyê hilbijartin û diyarkirina 181 endamên din ên encumeniyê bin.

Hat zanîn ku di roja sêyemîn a kongreyê de jî serok û cîgirên serokê YNK’ê nayên hilbijartin. Têkildarî mijarê berdevkê fermî yê YNK’ê Letîf Şêx Umer axivî û ev agahî dan: “Hilbijartinên endamên Encumeniya Rêveberiya Giştî ya YNK’ê dewam dike. Dê îro ev yek temam bibe. Lê pêvajoya cudakirina dengan dem dixwaze. Hilbijartinên serok û cîgirên YNK’ê dê piştî kongreyê ji hêla Encumeniya Rêveberiya Giştî ve ben hilbijartin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye 4’emîn Kongreya YNK’ê di 21’ê kanûnê saet di 11.00’an de li hola Pêşangeha Navneteweyî ya Silêmaniyeyê bi beşdarbûna hezar delegeyan dest pê kir. Ne diyare bê ka dê kongre çend roja bidome.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar