Koçgirî ku ji osmaniyan û pê ve otorîteya navendî nekarî bandorê lê bike, navê herêmeke mezin bû ku ji 135 gundan pêk dihat. Eşîr ji Îmranliyê heta bi Zara, Sûşehrî, Refahiye, Hafik, Kemah, Dîvrîgî, Kangal, Kûrûçay û Pilûrê li qadeke berfireh belav dibû. Di sala 1848’an de dema ku Dersim jinûve hate birêxistinkirin û bû navçe, Koçgirî jî pê ve hate girêdan û reîsê eşîrê Diyap Aga di sala 1854’an weke midûrê qezayê hate tayînkirin. Kurê reîsê eşîrê Alîşan Bey Mûstafa Bey di sala 1893’an de xizmê Abdulhamît ê 2’yemîn Almûs Paşa û yên pê re ji qefilandinê rizgar kir, lewma jî payeya paşatiyê jê re hate dayin. Alîşan û Haydar bey ku di dema raperînê de lîderê eşîrê bûn, kurên vî Mûstafa Paşa bûn.
Civata Kurd Tealî û daxwaza xwerêvebirinê
Kurên Mûstafa Paşa li dibistanên baş hatibûn xwendin. Alîşan Bey wezîfeya Midûriyeta Nehiya Îmranliyê û Qeymeqamtiya Dîvrîgî kiribû. Ji endamên Civata Kurd Tealî Alîşan Bey di çarçoveya Pîvanên Wîlson de dixwest ku li herêmên piraniya şêniyên wê kurd in rêveberî ji kurdan re bê dayin. Birayê wî Haydar Bey û Nûrî Dersimî di hezîrana 1919’an de li Koçgiriyê şaxên Civata Kurd Tealî vedikin û dest bi karê propagandayê dikin. Yawerê bavê wî Mûstafa Paşa Alîşêr jî ji bo Civata Kurd Tealî li Koçgiriyê belav bibe, hewl dida. Kovara bi navê ‘Jêpin’ bi derfetên xwe diweşînin, li ser mafê kurdan ê xwerêveberiyê nivîs amade dikirin.
Lîstokên dualî yê Mûstafa Kemal
Mûstafa Kemal ku li hemberî hikûmeta Stenbolê rêxistiniya xwe ava dikir, bi eşîrên kurdan ên li herêmê re jî têkiliyeke baş datanî, ji xwe re kir stratejiya bingehîn ku piştgiriya wan werbigire. Di hevdîtina bi endamê Civata Kurd Tealî Alîşan Bey de tevî ku sekn û nêrîna Alîşan Bey a li ser mafên kurdan zanî bû, bi wî re nehat hemberî hev, girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî dewletên biyanî destnîşan kiribû û piştgirî jê xwestibû. Piştre di hevdîtinan de ji Alîşan Bey xwestibû ku weke wekîl tevlî Meclîsê bibe. Alîşan Bey destpêkê bi rengekî erênî li pêşniyarê nihêrî, lê piştre ji bo fikrekî ku piştgiriyeke teqez dide Mûstafa Kemal rû nede, red kiribû. Mûstafa Kemal Pîvanên Wîlson ê ku rê didin xweseriya kurdan weke ‘yên nayên qebûlkirin’ ragihandibû. Di heman demê de bi rê û rêbazên cûda jî hewl dida piştgiriya kurdan werbigire.
‘Bi tu awayî ji Meclîsê û ji Mûstafa Kemal bawer nedikir’
Li herêmê bi sala 1920’î re hin bûyer qewimîn û bal çû ser Koçgiriyê. Dihate zanîn ku Nûrî Dersimî propagandaya Kurdistana serbixwe dikir û Alîşêr jî dixebitî ji bo herêmê ji aliyê leşkerî ve kontrol bike, bi çek bike. Kazim Karabekîr li ser Alîşêr raporên hişyarkirinê amade dikir û digot, ‘Yekî xetere ye’ û ‘divê bê kontrolkirin’. Di sala 1920’î de li herêmê rabûna li ber leşkeriya ji neçarî û desteserkirina alavên leşkerî yên yekîneyên leşkerî yên ser bi Alîşêr, hikûmetê ji Alîşan Bey xwestibû ku dest li bûyeran werde. Alîşan Bey bi şertê ku Alîşêr neyê cezakirin gotibû ku wê malzemeyên leşkerî yên hatine desteserkirin radest bikin û bi vî rengî li hev hatibû kirin. Alîşêr li gorî Alîşan Bey gelekî radîkal bû. Bi tu awayî ji Meclîsê û ji Mûstafa Kemal bawer nedikir, diyar dikir ku yekane rêya serkeftina kurdan rahiştina çekê ye. Kesayetiya wî dûrî li hevkirinê bû. Wê israra xwe heta dawiyê dewam bikira û tevî hevjîna xwe Zarîfe heta ku di dema berxwedana Dersimê de bi komployekê bê qetilkirin wê li çiyê bima.
Ultîmatoma Kurdistana Xweser
Ji bo rewşa ku bi Sewrê re rû da binirxînin, di payîza 1920’î de eşîr li Xozadê li hev kom bûn û ji bo avakirina rêveberiyeke xweser a kurd biryara têkoşîneke hevpar dan. Biryar û daxwazên di civînê de hatin destnîşankirin bi rêya mutasarifê Dersimê Riza Bey ji Enqereyê hatibû ragihandin. Di nameyê de ji Mûstafa Kemal û hikumeta wî hate xwestin ku tavilê aşkere bike bê Kurdistana xweser qebûl dike yan na, her wiha hate xwestin ku kurdên li girtîgehên Xarpêt, Meletî, Sêwas û Erzînganê tavilê bêne berdan, ji herêmên ku piraniya şêniyên wê kurd in amîrên rêveberiyê yên tirk bêne vekişandin, meclîs hêzên leşkerî yên ji herêma Koçgirî re hatine şandin vekişîne. Meclîsê name bêbersiv hişt û heyeteke şîretê şand herêmê. Li ser vê yekê bi mohra ‘Reîsên Eşîrên Dersimê yên Rojava’ telgrafeke ûltîmatomê hate şandin. Di telgrafa 25’ê Kanûna 1920’î de dihate gotin, ‘Li gorî Peymana Sewrê divê Kurdistaneke xweser a ji wîlayetên Amed, Xarpêt, Wan û Bedlîsê bê avakirin. Naxwe ev yek wê bi zora çekê bê kirin’.
Li hember gefa qirkirinê serhildan
Mûstafa Kemal ji aliyekî ve bi Alîşan Bey re di nava têkiliyê de ma û pêşniyara wekîltiyê kir, hewl dida bîne Enqereyê, li aliyê din jî hêz û alavên leşkerî dişand herêmê. Mîralayê Jendermeyan Halîs Bey ku weke hêza destwerdanê ji herêmê re hate şandin, bi pêşengên eşîrê re hevdîtin kir, qaxiza di destê xwe de nîşan da û got, ‘Vaye fermana we ya darvekirinê. Ez karim we weke ermenan bi temamî darve bikim. Eger ez nexwazim wê tiştek bi we neyê’. Piştî van gotinan hevdîtin qediya û Halîs Bey bi van gotinên xwe yên biçûkxistinê mirina xwe amade kir. Hêzên eşîrê di 6’ê Adara 1921’ê de ji bo cezakirina halîs Bey hatin Umraniyeyê (Îmranli), ala Kurdistanê bi ser Midûriyeta Nehiya Umraniyê ve kirin û asta raperînê nîşan dan. Dîroka fermî jî bûyer bi vî rengî vedigot, ‘Komek ji leşkeran a Alaya Siwarî ya 6’emîn a li herêma raperînê ji bo girtina qaçaxan bû hedefa serdegirtinê û bûyeran di 6’ê Adara 1921’ê dest destpê kirin’.
‘Me yên ku digotin Zo paqij kir niha dor hatiye yên dibêjin Lo’
Enqere ji bo tepisandina raperînê bi serkêşiya Mûstafa Kemal di 14’ê adarê de Sakalli Nûrettîn Paşa û di 21’ê adarê de jî Topal Osman wezîfedar kir. Koçgirî ji gelek aliyan ve hate dorpêçkirin û di 17’ê hezîranê de heta ku Alîşan Bey û malbata wî dîl hatin girtin li herêmê qirkirin hate kirin. Sakalli Nûrettîn ku ji bo kuştina bi hezaran mirovên li herêmê ferman da û wezîfeya xwe weke ‘Paqijkirina herêmê’ pênase dikir, xwezûrê Abdûllah Alpdogan bû ku di 1938’an de li dijî Dersimê hatibû wezîfedarkirin. Ji bo kiryarên xwe digot ‘Me yên ku digotin Zo (Mebest ermen bû) paqij kir, niha dor hatiye yên dibêjin Lo’.
Têkildarî kiryarên li Koçgiriyê wekîlên herêmê pêşnûme pirs pêşkeş kirin û daxwaza agahdarkirinê kirin, lê belê gelekî bi derengî bersiv ji wan re hate dayin. Nayê zanîn ku çend mirov hatine kuştin. Piştî ku bi hezaran mirov hatin kuştin û gelek hatin koçberkirin di cotmeha 1921’ê de sê rojan rûniştinên veşartî hatin kirin û komkujiya li herêmê aşkere bû. Hate xwestin ku Sakalli Nûrettîn bê darizandin, lê belê bi destwerdana Mûstafa Kemal bi xwe pêşî li darizandinê hate girtin.
Li Meclîsê di 6’ê cotmeha 1921’ê de biryar hate dayin ku ji bo lêkolînkirina kiryarên li Koçgiriyê komîsyon bê avakirin. Heyeta Tahkîkatê ya Koçgiriyê ya ji 5 wekîlan hate avakirin. Rapora li ser karên komîsyonê, bi hewldana Dîlek Kizildag di sala 2014’an de ji arşîvên Meclîsê hate derxistin. Di raporê de heyeta lêkolînê dibêje ‘Kurdan ji bo dewleta kurd an jî muxtariyetê serî hildan’, lê bi berfirehî cih dide kiryarên neqanûnî û li dijî mirovahiyê yên Nûrettîn Paşa yên ji bo tepisandina raperînê. Di raporê de vegotinên mexdûrên komkujiyê jî hene.