Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Konsepta Srî Lanka’yê hilweşiya

Mûnzûr Nûpelda

Di sala 1976’an de li bakurê Srî Lankayê û ji bo azadiya gelên elamî gerîlayên bi navê  Pilingên Tamîl (TEKK) li dijî hikûmeta Srî Lankayê dest bi têkoşîna azadiyê kiribûn. Ev têkoşîn 40 salan berdewam kir. Di 2009’an de desthilatiya Mahînde Rajapakse bi piştevaniya Hindistanê li dijî têkoşîna Pilingên Tamîl dest bi komkujiyê kir. Desthilatiya Rajapakse hemû nirxên mirovahî, civakî û hiqûqî binpê kir û 50 hezar welatiyên elamî di qetlîamê re derbas kir û bi milyonan jî koçber kir. Li dijî gelên elamî çekên ku li dijî mirovahiyê hatibûn qedexekirin hatin bi kar anîn û bi vî rengî sûcên mezin hatin kirin.

Ji sala 1948’an ve pirsgirêka Tamîlan di rojeva Srî Lanka’yê de bû. Gelên elamî gelek caran bi kuştin û qetlîaman re rû bi rû man. Heta ku gerîlayên Tamîlan dest bi têkoşînê kirin ev rewş bi awayekî berdewam kir. Armanca vê rêxistinê bi navê Elam Tamîl avakirina dewletekê bû. Di qada leşkerî, siyasî, civakî, îdarî, çapemenî, dîplomasî û di xebatên jinan de rêxistiniyek xurt ava kiribûn. Piştî 40 salên têkoşîna azadiya gelên elamî, di sala 2009’an de hikûmeta Rajapakse dest bi siyaseta komkujiyê kir û Pilingên Tamîlan hatin tasfiyekirin.

Di ser tasfiyekirina gerîlayên Tamîlan 13 sal derbas bûn. Malbata Rajapaksayan 20 sal bûn li ser desthilatiyê bûn. Heta niha vê malbatê sûcên gelek mezin pêk anîn. Nemaze kuştina 50 hezar welatiyên elamî sûcên mezin ên herî sereke ne. Di nava 20 salên desthilatiya xwe de hemû derfetên aborî tenê ji bo şer bi kar anîn. Bi dizî û bêrêtiyê bûn sedema qeyranên aborî. Gelên Srî Lanka’yê li dijî krîzên aborî ji meha adarê ve daketibûn kolanan û hikûmeta Rajapaksayan protesto dikirin. Herî dawî di 9’ê gulanê de serokwezîr Mahînda Rajapaksa li dijî bertekên gel nema îdare kir û îstifa kir. Piştî îstifakirina serokwezîr krîza aborî a li welat berdewam kir û gel di 10’ê tîrmehê de careke din daketin qadan. Li dijî van protestoyan serokkomar Gotabaya Rajapaksa  jî îsifa kir û ji welêt revî.

Rewşa ku li Srî Lanka’yê tê jiyîn li kurdan biyanî nayê. Lewre ji damezrandina komara tirk ve, gelê kurd heman rewşê dijîn. Taybetî jî ji 2015’an û vir ve dewleta tirk ji bo ku tevgera azadiya kurd tasfiye bike modela Srî Lanka’yê dayê pêşiya xwe. Bi vê konseptê dixwaze hemû destkeftiyên kurdan bin pê bikin. Gelê kurd di nava van 50 salên dawî de bi her cureyê zilmê re rû bi rû man. Kuştin, qetlîam, koçber kirin, bişavtin û hwd. li kurdan hat ferzkirin. Gundên wan hatin şewitandin, bi qetlîamên faîlî meçhûl hatin kuştin, girtin, binçav kirin û îşkence li kurdan hat kirin. Kiryarên ku li gelê elamî hatin kirin, bi heman awayî li kurdan jî hatin kirin. Bi derketina tevgera azadiya kurd re di qada siyasî, leşkerî, civakî, aborî û çandî de dewleta tirk, kiryarên taybet xistin meriyetê.

Di nava van 7 salan de dewleta tirk ji bo ku tevgera azadiya kurd xelas bike û modela Srî Lanka’yê bi cih bîne hemû hêza seferber kir. Di qada siyasî, leşkerî, çapemenî, aborî û îdarî de hemû rêbaz bi kar anîn. Di 2016’an de li Cizîr, Gever, Sûr, Şirnex, Kerboran û Nisêbînê ev konsept xist dewrê. Lê encama ku dixwestin bi dest ne xistin. Lewre gelê kurd tevgera azadiya kurd bi tenê ne hişt û li berxwe dan. Ji ber wê modela Srî Lanka’yê ne gengaz e ku li Kurdistanê pêk were û dê tu carî jî pêk neyê. Berxwedana gelê kurd ev careke din nîşan da.

Li Srî Lanka’yê rewşa heyî li ber çavan e. Bi mehane li her derê welêt çalakî tên li dar xistin. Ji ber ku hemû çavkaniyên aborî ji şer hat bi kar anîn, dewletê îflas kiriye. Modela ku Erdogan û dewleta tirk ji xwe kirin mînak li ber çavan e. Lewre polîtîkayên nîjadperestî û dîktatoriyê li kîjan deverê cihanê be dê wenda bike. Desthilatiya AKP-MHP’ê jî ji ber van sedeman ber bi hilweşînê ye. Tişta ku hesab nekirin têkoşîn û berxwedana gelê kurd bû. Planên çog şikandinê li berxwedana kurdan ket. Hewesên ku dikirin di gewriya wan de man. Felaketa ku li serê Srî Lanka’yê hat dê mezintir û xerabtira wê bi serê Erdogan û AKP-MHP’ê de were.

Di encamê de, tişta ku niha li Srî Lanka’yê tê jiyîn rewşa Tirkiyeyê û desthilatiya AKP-MHP’ê vedibêje. Heman pêvajoya ku  ji 2015’an ve dane destpê kirin tê jiyîn. Parametreyên vê pêvajoyê jî mîna hev in. Bi polîtîkayên nîjadperestiyê piştevaniya gel girtin. Qanûn û makeqanûn li gorî xwe guhertin û krîzek mezin a aborî derxistin. Desthilatiya Rajapaksar û ya Erdogan jî heman rewşê dijîn. Rajapaksar reviya û êdî dora Erdogan e. Modela Srî Lanka’yê hilweşiya û gurzê Zapê dê dawiya faşîzma tirk bîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar