KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Konsera mezin a ji bo Rojava sibe tê lidarxistin

Zêdetirîn 50 hunermendên herêma Silêmaniyê ku ji bo destekdayîna berxwedana rojavayê Kurdistanê hatine cem hev, piştî amadekariyên 2 hefteyan dê sibe konserek mezin lidar bixin

Beşa Hunera Mûzîkê ya Rêveberiya Rewşenbîriyê ya Silêmaniyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê demek beriya niha dest bi amadekariyên konsera muzîkê kiribû.

Di çarçoveya amadekariyan de bang li tevahiya hunermendên herêma Silêmaniyê hatibû kirin ku ji bo konserê amadekariyan bikin. Li ser bangewaziyê zêdetirî 50 hunermendên ku di nava wan de Şîlan Osman, Loqman Selîm, Mariya Hewramî jî heye, li hev kom bûn û dest bi provayan kirin.

Piştî amadekariyên zêdetirî 2 hefteyan, biryar hat girtin ku konser dê sibe were lidarxistin.

Konsera bi navê ‘Piştevaniya Kurdistanê’ dê sibe li hewşa Kargeha Cixareyan a Silêmaniyê, saet di 15.00’an de were lidarxistin. Zêdetirî 50 hunermend dê bi zaravayên kurmancî û soranî stran û sirûdan bêjin.

Li gorî zanyariyên ku rayedarên Beşa Muzîkê ya Rêveberiya Rewşenbîriyê dane, di konserê de hemû hunermend wê sirûdên ‘Ey Reqîq’, ‘Her Kurdbûn, wê her Kurd bin’ û stranên ‘Welatê me Kurdistan e’, ‘Kurdistan lê Kurdistan’ û ‘Ay Dîlberê’ bi hevre bêjin.

Hunermendên ku dê sibe di konserê de stranên xwe bêjin jî, îro provaya xwe ya dawî kirin.

Li ser amadekariya konserê Berpirsê Beşa Ragihandinê ya Beşa Hunera Mûzîkê ya Rêveberiya Rewşenbîriyê ya Silêmaniyê Aram Osman destnîşan kir ku ew erka xwe ya netewî ji bo piştevaniya xwîşk û birayên xwe yên rojavayê Kurdistanê pêk tîn. Aram Osman bang li hemû kes kir ku bi hestên kurdewarî beşdarî konserê bibin.

Endamê Rêveberiya Beşa Hunera Mûzîkê Hûnermend Ferîdûn Welî jî daxwaz ji xelkê Silêmaniyê kir ku beşdarî konserê bibin. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar