Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Perşembe - 21 Kasım 2024

Konseya Ewropayê ‘mafê hêviyê’yê Rêber Apo wê nîqaş bike

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa biryara “binpêkirina mafê hêviyê” ya DMME’yê der barê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de dabû, piştî sê salan carek din dê îro bixe rojeva xwe.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê di navbera 17-19’ê îlonê de bicive. Yek ji rojevên komîteyê jî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya bi boneya cezayê muebeda giran têkildarî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş de ye. Rêxistinên maf û hiqûqê cara ewil di 26’ê tîrmeha 2021’an de û cara duyemîn jî di 31’ê tîrmeha 2024’an de serî li komîteyê dabûn û jê xwestibûn ku biryara binpêkirinê bicih bînin. Komîteyê 3 sal piştre biryar da ku mijarê bigire rojeva xwe.

DMME’yê vê biryarê di sala 2014’an de dabû. Tevî ku 10 sal bi ser biryarê re derbas bûn jî Tirkiyeyê tu gavek neavêtiye. Komîteya Wezîran cara ewil di sala 2015’an girt rojeva xwe. Lê tevî vê yekê jî der barê biryara navborî de hê tu gavek nehatiye avêtin.

Rêxistinên maf û hiqûqê ku bi daxwaza ku biryara binpêkirinê ya DMME’yê bi awayek “lezgîn” hilde rojeva xwe cara ewil di 26’ê tîrmeha 2021’an de ji Komîteya Wezîran re ragihandibûn, li ser vê yekê komîteyê di dîroka 30’yê mijdarê û 2’yê kanûnê de mijara navborî girtibû rojeva xwe. Komîteyê biryar dabû ku Tirkiye heta îlona 2022’yan gav biavêje û dîrok dabû. Lê belê di vê pêvajoyê de jî tu pêşketin çênebû.

Tirkiyeyê di hemû rapor û daxuyaniyên ku ragihand komîteyê de li xwe mikûr hat ku Rêber Apo û girtiyên din ji mafê hêviyê “bêpar” tên girtin û binpêkirinên li Îmraliyê tune hesiband.

Di encama serlêdana rêxistinên civakî yên sivîl de komîteyê biryar da ku biryara mafê hêviyê ya Ocalan carek din bigire rojeva xwe. Komîteyê daxuyand ku wê di civîna xwe ya 17-19’ê îlona 2024’an de biryara “Ocalan 2” ya DMME’yê hilde rojeva xwe. Li ser vê daxuyaniya komîteyê, rêxistinên maf û hiqûqê bang li komîteyê kirin ku di warê pêkanîna biryarê de di mevzuatê de guhertinên pêwîst bike.

Tê payîn ku îro endamên komîteyê bicivin. Yek ji mijarên rojeva komîteyê jî biryara “binpêkirinê” ya der barê Rêber Apo de ye.

Tê payîn ku komîte piştî civîna du rojan a biryara der barê Tirkiyeyê de eşkere bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar