KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Konseya Fermandariyê ya HPG’ê plansaziya şerê 2019 amade kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) encamê civîna şeş rojan a Konseya Fermandariyê ya HPG’ê aşkera kir û plansaziya şer a sala 2019’an ragihand. NPG’ê diyar kir ku gelek biryarên girîng hatine wergirtin

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) encamê civîna şeş rojan a Konseya Fermandariyê ya HPG’ê aşkera kir û plansaziya şer a sala 2019’an ragihand. NPG’ê plansaziya şer bi rayagiştî re aşkera kir. NPG’ê beriya aşkerakirina planaziyê Cenda Newrozê pîroz kir.

NPG’ê di daxuyaniyê de ev tişt ragihand: “Cejna Newrozê ku roja berxwedan, azadî, yekîtî û serketinê ye û di çanda dîrokî ya gelên Rojhilata Navîn û dîroka hebûnê ya gelê Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e, di heman demê de rojeke wehi ye ku Rêber Apo meşa xwe ya mezin wê rojê dest pê kir. Bi navê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê em Cejna Newrozê li Rêber Apo, di şexsê Leyla Guven de li berxwedêrên greva birçîbûnê, gelên herêmê, gelê Kurdistanê, dayikên xwe yên şehîdan û hevrêyên xwe pîroz dikin. Di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de ku bi berxwedana xwe ev roja pîroz kir xwedî wateyeke dîrokî, şehîdên qehreman hemûyan bi bîr tînin û soz didin ku em ê bi meşa li ser şopa wan berxwedana agirê Newrozê bi serketinê tacîdar bikin.”

NPG’ê di berdewamî wiha got: “Gelê me û têkoşîna azadiyê, di şexsê berxwedêrên greva birçîbûnê de bi berxwedaneke mezin Newroza 2019’an pêşwazî kirin û bi biryardarî û ruhê fedayî yê serdema nû yê hevrê Zulkuf Gezen ber bi siberojê ve dimeşin. Ruhê fedayî û geş ê berxwedêrên grava birçîbûnê yên li zindanan û derve, ruhê fedayî yê Apoyî yê fermandarê hêja Şehîd Derwêş Oremar û şervanên çalakiya Kevortê ya Xakurkê kirin wê ji hêzên gerîla û ciwanên Kurdistanê re her tim bibe ruhê têkoşîn û jiyanê. Newroz di dîroka têkoşîna me de her tim weke roja pêngavan cihê xwe di dîrokê de girtiye. Newroza 2019’an jî bi pêngava mezin a bi navê ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ tê pêşwazîkirin. Ji niha ve eşkere bûye ku Newroza îsal wê bibe destpêka pêngaveke mezintir, nû û bi heybet.”

‘Civîn dê bibe hîmê bingehîn ê pêvajoya nû’

NPG’ê li ser civîna xwe û plansaziyê de ev tişt ragihand: “Di vê qonaxa girîng a dîrokê de, Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê li ser xeta Rêbertî bi kûrbûn û rengekî serketî civîna xwe ya Konseya Fermandariyê li dar xist ku ev civîn dê bibe hîmê herî girîng ê pêvajoya nû. Di civînê de hate destnîşankirin ku divê pêngava Newrozê veguhere pêngaveke xurt û ji bo serketina têkoşîna me encamên girîng derketin holê. Civîna me ya Konseya Fermandariyê ya HPG’ê dawiya meha derbasbûyî bi beşdariya 57 hevrêyan 6 rojan bi nîqaşên kûr û serketî pêk hat.”

Plansaziya şer a sala 2019’an

NPG’ê di berdewamî ev tişt ragihand: “Kûrbûna ku encama projeya jinûve avabûnê ya 2 salên dawî ye û nîşaneya afirandina gerîlayên modernîteya demokratîk e, di civîna me ya Konseya Fermandariyê de bi berfirehî hate nirxandin û di encamê de biryargên girîng hatin wergirtin. Li pêşberî berxwedan û îradeya bêhempa ya Rêber Apo û rastiya şehîdên me yên leheng, bi berfirehî rexnedayin hate kirin, ji pêvajoya şer ders hatin derxistin û plansaziya meşa serketinê ya sala 2019’an hate amadekirin. Hate tespîtkirin ku projeya jinûve avakirinê ya mehên dawî ji aliyê Hêzên Parastinê yên Kurdistanê ve hatiye fêhmkirin, heta astekê bi cih hatiye anîn û bi vê yekê re operasyonên dewleta AKP-MHP a qirker ên li Bakurê Kurdistanê û êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bê encam hatine hiştin. Di civîna me ya Konseya Fermandariyê de bi encamên xwe yên pratîkî hate destnîşankirin, dema ku xeta gerîla ya nû bi rêbazên liv û tevgerê, bicihbûn, jiyan, bi rêxistinbûn û rêbazên şer li ser bingeheke rast bi cih were anîn, dê her rengê êrîşên dijmin bên têkbirin û serketin misoger bibe. Civîna me li ser vê bingehê plansaziya şerê sala 2019’an amade kir û di asta konferansê de biryarên gelekî girîng wergirt û gihîşt asteke xurt.”

Li dijî teknolojiya serdemê, gerîlayên profesyonel

Di daxuyaniyê de ev tişt hat aşkera kirin: “Civîn weke civîna herî berfireh a salên dawî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê cihê xwe di dîrokê de girt. Civîna me ya Konseya fermandariyê li gorî tecrûbeya gerîla ya 34 salan çarçoveya taktîkê û projeya jinûve avakirinê destnîşan kir. Ger ev yek li ser bingeheke rast bi cih were anîn dê serketin misoger be. Helwesta rexnedayinê, aşkerebûn û îradeya biryardariyê ya ku di civîna me de derkete holê, bingeha herî xurt a serketina paşerojê ye. Civîna me li ser bingeha biryardariya jinûve avabûnê biryardariya xwe nîşan da ku bi performansa gerîlayên profesyonel ên dikarin her şêwe karên teknolojiya serdemê û îstîxbaratê pêşwazî bikin, dê gerîlayên serketinê yên sedsala 21’ê biafirîne.”

Xeta nû ya gerîla

Fermandariyê di dawiya daxuyaniyê de ragihand ku sala 2019’an ji bo gel û tevgerê wê bibe saleke afirandina destketiyên mezin û ev tişt ragihand:  “Ruhê fedayî yê Apoyî îro civakî bûye û veguheriye pêngaveke mezin a berxwedanê. Bi navê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ev ruh berpirsyariyeke mezin dide ser milê me. Bi vê zanebûn û berpirsyariyê, Konseya Fermandariyê ya Hêzên Parastinê yên Kurdistanê bi biryarbûneke dîrokî Newrozê pêşwazî dike û soz dide ku meşa ‘Rêberê azad û Kurdistana azad’ bi serketinê tacîdar bike. Em Newroza ku nav û sembola berxwedana bi heybet û destpêka nû ye, bi vê biryardariyê pêşwazî dikin. Li ser vê bingehê em Cejna Newrozê ya gelê me û berxwedêran bi coş û ruhê fedayî yê gerîla yê Apoyî pîroz dikin, hurmetên xwe pêşkêş dikin.”BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar