Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Konsolosxaneya Îranê cara sêyemîn hate şewitandin

Konsolosxaneya Îranê ya li bajarê Necefê şevê din cara sêyemîn hate şewitandin. Hat zanîn ku ji bo diyar kirina serokwezîrê Iraqê, fermandarê Hêzên Quds ê Supay Pasdaran ê Îranê Qasim Silêmanî jî hatiye Bexdayê û hê jî li wir e

Li bajarê Necefê şevê din cara sêyemîn konsolosxaneya Îranê ji aliyê xwepêşanderên Iraqê ve hate şewitandin. Li hêla din AFP’ê ragihand ku fermandarê Hêzên Quds ê Supay Pasdaran ê Îranê Qasim Silêmanî hê jî li Bexdayê ye.

Di 27’ê mijdarê de ji ber destwerdana hêzên Îranê di karûbarên Iraqê de, xwepêşanderan li ser konsolosxaneya Îranê ya li Necefê de girtin û şewitandin. Bi heman boneyê konsolosxane di 1’ê kanûnê de jî hate şewitandin.

Şevê din jî dîsa xwepêşanderan cara sêyemîn li ber konsolosxaneya Îranê ya li Necefê kom bûn û tekelên wesayît û deriyên konsolosxaneyê şewitandin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di çalakiyên li Iraqê de zêdetirî 400 çalakvan hatin kuştin. Li ser mezinbûna çalakiyan jî serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li ser daxwaza Rêberê Şîeyan Elî Sîstanî di roja 30’ê mijdarê de îstîfaya xwe da parlamentoyê û hate erêkirin. Di vê çarçoveyê de niha di nava aliyên siyasî yên Iraqê de ji bo wezîfeya serokwezîrtiyê danûstandinan dest pê kiriye.

Li gorî malperên Iraqê, beriya ku îstîfaya Adil Ebdulmehdî bê erêkirin, Qasim Silêmanî hatiye Bexdayê. AFP’ê jî ragihand ku Silêmanî hê jî li Bexdayê ye. Silêmanî li ser destnîşankirina serokwezîr, danûstandinan bi hêz û aliyên Iraqê re dike. NECEF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar