Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê: Dengê me her tiştê me ye

Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê bang li hilbijêran kir ku di vê dema dîrokî de divê her kes dengê xwe bi kar bîne û got: "Ji bo hilweşandina faşîzm û rejîma yek zilamî navberê bidin karê xwe û ji bo aramî û azadiya li welêt bibin gavek."

Li Brîtanyayê ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê li London, Manchester û bajarê Edînboûrgh ê Skoçyayê dengdan dewam dike. Li herêma Leîcesterê jî dengdan di 2’ê Gulanê de qediya.

Dengdana li Brîtanyayê wê êvara 7’ê Gulanê bi dawî bibe. Tevî ku li tevahiya welêt 127 hezar û 281 hilbijêrên qeydkirî hene, di nava 4 rojan de tenê 35 hezar kesî dengê xwe dane. Dengê herî zêde jî li bajarê Londonê hate bikaranîn. Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê ku piştgiriyê dide Partiya Çepên Kesk, ji roja destpêkirina dengdanê û vir ve hewl dide hilbijêran bigihîne cihên dengdanê.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê ji bo dengdanê ku wê di 7’ê Gulanê de biqede careke din bang li gel kir.

Ji Komeleya Çandê ya Karkeran a Koçber (Gîk-Der) Îbrahîm Avcil destnîşan kir ku dengdan divê ne tenê weke mafekî demokratîk bê dîtin û got, “Dengdan ji bo me wezîfeyeke, berpiryariyeke. Ji bo hilweşandina dîktatoriya yek şexsî, ji bo bidawîkirina rejîma şeftiya faşîst, ji bo bidawîkirina sîstema derew û hîleyan, mîna li tevahiya cîhanê li Brîtanyayê jî divê gelê me biçe dengdanê. Çend roj man û ji bo gelê me bibêje ‘Em ê bi hev re biguherînin’ em dixwazin ku li dora Partiya Çepên Kesk bicive û dengê xwe bide.”

Berdevkê Navenda Civaka Kurd û Tirk (Day-Mer) Feyzûllah Cînpolat anî ziman ku rêjeya tevlîbûnê têrker nîne û got, “Yên ku heta niha dengê xwe nedane, yên ku ji rêveçûna li welêt nerastî ne, divê êdî gotina xwe bibêjin. Eger tê gotin ku divê tiştek bê kirin, ew roj îro e. Eger îro dengê xwe nede Partiya Çepên Kesk û tevî ku mafê xwe yê dengdanê heye lê dengê xwe bi kar nîne, hingî divê gilî û gazin neyê kirin. Ji bo me firsendeke dîrokî ye. Em dikarin rojekê navberê bidin karê xwe. Ev roja ku em navberê bidin karê xwe wê ji bo aramî û azadiya li welêt bibe gavek.”

Ji dilxwazên Tifaqa Ked û Azadiyê hunermend Hazal Demîrel jî got, “Em li vir in, em li benda gelê xwe ne. Em hewl didin sindoqên dengdanê ewle bikin. Li vir her tişt di rê de ye. Hilbijêrên me bên wê baştir bibe. Vê hefteyê hewa gelekî xweş e û dibe ku hilbijêrên me çûne parkan. Lê belê bila ev hewa bedew me xera neke. Lewma divê em teqez dengê xwe bidin. Dengê me her tiştê me ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar