Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Koordînasyona YPS/YPJ-JIN têkildarî 9’ê Cotmehê daxuyanî da

Koordînasyona YPS/YPS-JIN di salvegera 9’ê Cotmehê de daxuyanî da û wiha got: “Li dijî êrîşên îmha û qirkirin ên faşîzan, banga tolhildan, hilweşandina sîstema tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê dikin.”

Koordînasyona YPS/YPS-JIN di salvegera 23’an a Komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

YPS/YPS-JIN di şexsê şehîdên bi sirûda ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ M. Halît Oral û Aynûr Artan hemû lehengên xwe yên di nava 23 salan de têkoşiyan û şehîd bûn, bi minet û rêzdarî bibîr anî.

YPS/YPS-JIN destnîşan kir ku hêza esasî ya 22 sal in sîstema îşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê li ser lingan dihêle û dem bi dem komploya navneteweyî nû dike û didomîne DYE û Konseya Ewropayê ye û wiha got: “Jixwe îro dewleta TC a qira gelê kurd tîne, dibe hevkarê sûcên qirker, mêtinger ên faşîst ên li ser gelan. Bi vê yekê 9’ê Cotmeha 2019’an êrîşî Serêkanî û Girê Spî kir û xwestiye Şoreşa Rojava bifetisîne. Heman demê 9’ê Cotmeha 2020’ê hêzên komploger TC, Iraq û bi hevkariya PDK’ê jî li ser Şengalê li hev kirin û li dijî civaka êzidî dest bi êrîşan kirin. Qirkirina bi destê hevkar û xiyanetkariya PDK’ê dixwazin belavî hemû Kurdistanê bikin, li Şengalê pêk anîn.

Rêberê Gelê Kurd bi berxwedanek ku tu nimûneyên wê nîne, komploya 9’ê Cotmehê ya 73 welatan ku di nav de cih girt û dewleta TC a gardiyantiya wê kir, sîstema îşkenceyê vala derxist. Gelê kurd û ji Ewropayê bigire heta Rojhilata Navîn û cîhanê tim di nava berxwedana de bûn, hemû hewldanên êrîşan vala derxistine.”

Koordînasyonê bal kişand ser êrîşên qirker-mêtinger ên dewleta tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku ji 23’yê Nîsanê û vir ve bênavber û bi hemû cûre çekên qedexe, çekên kîmyewî û gazên jehrî jî didome û ev tişt anî ziman: “Li dijî vê gerîla bi rol û mîsyoneke dîrokî rabûye, berxwedaneke destanî û fedayî van êrîşan vala derdixe, plana çokdanînê vala derxistiye. Dîsa bi sedan ciwanên kurdistanî yên mîrasê berxwedanê yên ji Çiyageran, Zeryanan, Mehmet Tunçan, Xebatkaran, Sêvêyan, Çekoyan, Arjînan girtî, îro li bajarên Kurdistan û metrepolên li Tirkiyeyê li dijî van komplo û êrîşên qirker li ber xwe didin, bi ser faşîzmê ve diçin. Gelê kurd û şervanên wan ên bi vê vîn û hêzê bi ser dixin, wê bi hêza xwe faşîzm têk bibin. Wê Kurdistan azad bibe, Rêbertî bi fîzîkî azad bibe. Em di erîfeya rojên ku ev yek hemû pêk bên de ne. Carekî din soza hemû lehengên xwe yên şehîd ku di nava 23’an de bi dirûşma ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ şehîd bûne, em ê xeyal û armancên we pêk bînin.

Faşîzim enceq bi xweparastin û hêza xwe û berxwdanê dikare bê hilweşandin. Di vê çarçoveyê de dîrok erk û berpirsyariyên me yên li ber Kurdistana azad û siberojeke azad rê û rêbazan datîne pêşiya me. Li ser vî bingehî di serî de bang li ciwan û jinên kurd, hemû gelê kurd ên li her dere ne dikin ku li dijî êrîşên îmha û qirker ên faşîzmê tim di nava berxwedanê de bin û sîstema îşkence û tecrîdê bişkînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar