Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Kordû: Ziman û çanda Dersimê em ê biparêzin û pirsgirêkê heyî çareser bikin

Kordû diyar kir ku wê ji bo ol û çanda Dersîmê ewê hewldanên ciddî bikin û pirsgirêkên xweser ên Dersimê çareser bikin û got, "Ziyaret rastiya me ne. Ruhê me, çanda me, me xwedî dikin. Lewma gel qebûl nake ku mîna cihên tûrîstîk nêzîkatî lê bê kirin.”  

Namzeta Parlamenteriyê ya Dersimê ya Partiya Çepên Kesk Ayten Kordû li ser hilbijartinên 14’ê Gulanê ji ANF’ê re axivî.

Kordû diyar kir ku ew li Dersimê bi coşeke mezin têne pêşwazîkirin û got, “Ez gelekî kelecanî bûm. Pêşwazîkirineke bi coş bû. Hêz da min. Min hêzeke mezin jê wergirt. Dersimê ji xwe dixwest namzeteke xwe ya jin hebe. Li Dersimê keda jinan heye. Bajarekî jinan e, li her qada jinan jin heye. Ya ku jiyanê bi rê ve dibe, jin bi xwe ye.”

Kordû anî ziman ku Partiya Çepên Kesk li gorî pêwîstiyan xwedî bernameyeke berfireh e û got, “Li gel hin pirsgirêkên giştî, Dersim xwedî pirsgirêkên xweser e. Dersim dixwaze navê wê radestî wê bê kirin. Cihê gorên Seyît Riza û hevalên wî hîn nediyar e, dixwaze gorên wan bêne nîşandan. Têkildarî ziman, zimanê wan yek ji yên winda dibe. Extiyarên me pê diaxivin. Ciwanên me, ez bi xwe jî zarokeke asîmîlasyonê me. Qalê bikim jî nikarim pê biaxivim. Di vê mijarê de bêgûman wê hewldanên min zêde bin. Li vî bajarî divê kar ji bo ziman bê kirin. Li bajêr wê hewldan hebe, lê em dixwazin li Meclîsê jî bikevin nava heman hewldanan. Daxwaza me di mijara zimanê dayikê de perwerde û xizmeta bi zimanê dayikê ye. Di mijara baweriyê de jî li bajarê me zextek heye. Mîna cihên tûrîstîk nêzî ziyaretên me dibin. Ziyaret rastiya me ne. Ruhê me, çanda me, me xwedî dikin. Lewma gel qebûl nake ku mîna cihên tûrîstîk nêzîkatî lê bê kirin.

Di mijara dersên olî de daxwaza gel heye. Dixwaze dersên olî yên bi zorê bêne betalkirin. Belê niha li dibistanan mîna derseke hilbijartî nêzîkatî tê kirin, lê belê li vî welatî ji her alî ve azadî nîne. Azadiya fikrî nîne.

Bajarê me her wiha di mijara xwezayê de baldar e. Xweza tê talankirin. Bendav hene. Bi bendavan ji xwe avhewa hate guhertin. Maden qirêj dikin. Di vê mijarê de hişmendiyeke cidî heye. Di mijara zindiyan, heywanan de nêzîkatiyeke bi heman rengî heye. Em van hemûyan weke ekolojîk dinirxînin, ji ber ku mirovan xwedî dikin.”

Kordû bal kişand ser şewata li daristanan û got, “Beşek jê pêwendiya xwe bi polîtîkayên şerê taybet heye. Bombe li çiyayên me têne barandin. Bi bombardûmanê agir bi derdorê dikeve. Agir bi daristanê dikeve. Salên derbasbûyî ji bo vemirandina şewatê mirovan berê xwe dan herêmê lê belê hatin astengkirin. Pêwendiya van hemûyan bi polîtîkayên şerê taybet heye. Di vê mijarê de em dixwazin aştî li welatê me hebe, şer nebe, danûstandin bêne kirin. Her tişt gelekî bi hev ve girêdayî ne.

Li Dersimê bêkarî heye, razemenî nîne. Mirov ji hilberînê têne qutkirin. Tenê sektora xizmetê û dikandarî heye. Mînak mirovên li gundan, ji ber koçberiyê tenê extiyarên me mane. Ji bo karê çandiniyê mazot û zibil bi dest nakeve. Nikarin lêçûnên xwe pêşwazî bikin. Sewalkarî heta niha nehate pêşvebirin, piştgirî nehate dayin. Têkildarî bêkariyê, mirovên me ji neçarî berê xwe didin derveyî bajêr û derveyî welêt. Salên dawî koçberî heye. Tê gotin, pênc heta şeş hezar kesî koçberî derveyî welat bûne. Li hemberî vê yekê divê em bixebitin. Divê em razemeniyê bikin, teşwîq bikin, kooperatîfan ava bikin. Divê em karên xweser bikin.

Karên dejenerekirinê hene, narkotîk heye. Bi rengekî cidî belav dibe. Tevî ku bajarekî biçûk e pirsgirêka narkotîkê lê heye. Piraniya mirovên me bi tirs û fikar in, ku zarokên wan hînî narkotîkê têne kirin. Di vê mijarê de divê em baldariyê biafirînin. Tedbîran werbigirin.

Ev hemû di bernameya me de hene. Lê belê mirov dixwazin ku ji bo çareseriya van pirsgirêkan li Meclîsê bikevin nava hewldanan. Em ê bi xweserî, çanda xwe, li gorî daxwazên gelê xwe li rê û rêbazên çareseriyê bigerin. Ji bo vê em ê hewl bidin.”

Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk herî dawî got, “Haya gelê me ji her tiştî heye. Dibêje, dengek ji bo Partiya Çepên Kesk, dengek jî ji bo Kiliçdaroglû.”

Kordû herî dawî bal kişand ser girîngiya ewlekariya sindoqên dengdanê û got, “Her mirovekî me wezîfedareke. Divê xwedî lê derkevin. Ji bo vê jî çi ji destê me bê em ê bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar